Jinên Kurd li Swîsreyê Navenda Jinê ya Rosara ava kirin 2020-03-23 12:12:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zurîch ê Swîsreyê jinên kurd Navenda Jinê ya Rosara avakirin. Jinan destnîşan kir ku hewldidin ku tevna piştgiriya jinê ava bikin.   Jinên Kurd û Swîsreyî li bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev kom bûn û Navenda Jinê ya Rosara ava kirin. Li navenda jinê şêwirmendên civakî û psîkolog jî hene. Gelek saziyên jinan tevlî avabûna navendê bûn.   Bi vê navendê re tê xwestin ku ji bo jin û zarokên li Swîreyê karên civakî, perwerde û çandî bên meşandin. Navenda jinê bi metneke çapemeniyê ji raya giştî re avakirina xwe ragihand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî jin û zarokan tundiya fîzîkî, psîkolojîk û aborî tê kirin û pirsgirêkên ahengiyê yên jinan li ziman û çanda welatên ku koç kirine hatin bibîrxistin.   Li gorî daxuyaniyê, Navenda Jinê ya Rosara wê ji bo jin ên ciwan karên çandî bimeşîne, her wiha bi jinan re hewl bide rê û rêbazên çareseriyê biafirîne. Di daxuyaniya çapemeniyê de wiha hat gotin: "Em bang li tevger, komele, însiyatîf, meclîs û komunên jinan ên li kantonên Swîsreyê dikin. Ji bo xwe bigihînin her kesên pêwîstiya xwe heye, em tevna piştgiriya jinê ava dikin. Werin em bi hev re vê tevnê mezin bikin û hêza jinê û hêvî û jiyana kolektîf mezin bikin."