Dayika girti: Divê girtî bên tehliyekirin 2020-03-23 09:07:42   Gulîstan Azak   STENBOL - Girtî Ekîm Polat li dijî binpêkirina mafan 45 rojan ket greva birçîbûnê û nexweşê dil, helîna hesît û KOAH’ê ye. Dayika wî Songul Îlker diyar kir ku divê hikûmet li dijî tehdîda vîrusa korona girtiyan demildest tehliye bike.   Li gorî daneyên ku wezîrê tenduristiyê Fahretîn Koca aşkere kiriye hejmara tespîta vîrusa korona hezar derbas kiriye û hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin jî roj bi roj zêde dibe. Yek ji cihên bi rîsk jî girtîgeh in. Li girtîgehan bi binpêkirina mafan bi vîrusa korona re zêde bû û çalakiyên girtiyan ya li dijî binpêkirina mafan jî didome. Tevî daxwaza malbat, parêzvanên mafê mirovan û girtiyan hîna bersivek ji bo çareseriyê nehatiye dayîn. Rewşa girtiyên nexweş, kal û pîr û yên di greva birçîbûnê de jî krîtîktir e.   Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2019’an 458 jê giran bi giştî hezar û 334 gitiyên nexweş hene. Li gorî Însiyatîfa Maf jî hejmara zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin ji Mijdara 2019’an heta niha gihiştiye 780’ê.   Grevên birçîbûnê didomin   Endama Grup Yorum Helîn Bolek û Îbrahîm Gokçek bi armanca ku faliyetên xwe yên hunerî bi awayekî azad bikin ketibûn greva birçîbûnê û piştre çalakî veguhertibûn rojiya mirinê. Îbrahîm Gokçek di roja 279’emîn rojiya mirinê û Helîk Bolek jî di roja 276’emîn de ye.   Girtiyê bi navê Mustafa Koçak yê ji ber kuştina dozger Mehmet Selîm Kiraz dihat darizandin û di 11’ê Tîrmeha 2019’an de cezayê muebeta giran lê hat birîn û li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 Şakranê dimîne bi armanca ‘darizandineke adîlane’ dest bi greva birçîbûnê kiribû û veguhertibû rojiya mirinê. Di roja 254’an de bi îşkenceyê mudaxaleyê wî hatibû kirin û niha di roja 267’an de ye.   Ekîm Polat yê 23 salî jî li girtîgeha Tîpa T ya Akhîsar a Manîsayê ye û wî jî 45 roj çalakiya greva birçîbûnê pêk anîn. Ekîm di 2016’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya 'endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin. Dayika wî Songul Îlker der barê rewşa kurê xwe de agahî da.   ‘Piştî grevê derman danê’   Songul Îlker destnîşan kir ku ji ber vîrusa korona jiyana girtiyên nexweş di bin xetereya mezin de ye û got: “Kurê min li girtîgeha Bandirmayê bi mirinê hat tehdîdkirin. Piştre jî surgunê girtîgeha Tîpa T ya Akhîsar a Manîsayê hat kirin. Binpêkirinên mafan yên gihiştin heta tacîzê li vir jî berdewam kirin û hîna jî didomin. Lêgerîn, qedexeya daxwazanemeyan, sînorkirina hevdîtina bi parêzeran û qedexekirina ragihandinê. Kurê min nexweşê dil, koah û helîna hestiya ne. Lê dermanên wî piştî çalakiya greva birçîbûnê hatin dayîn. Li girtîgehê gotin ‘ji kantînê tiştek ji bo te nayê dayîn’ û gelek caran nikaribû hewcedariyên xwe ji wir bigire. Niha jî ji ber korona hevdîtin hatin qedexekirin. Rîska ku kurê min felç bibe û bi pençeşêrê bikeve zêde ye. Kurê min ji ber îfadeyên bê bingeh niha girtiye. Divê demildest bê tahliyekirin.”   ‘Ji bo tehliyeyê hûn çi dipên’   Songulê di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên pîşeyî yên tenduristî û hiqûqê, parlamenteran kirin ku heyetan bişînin girtîgehan û her wiha ji bo hikûmetê jî pirsa ‘Ji bo tehliyeyê hûn çi dipên?’ kir.