Li Îranê rewş her ku diçe xirabtir dibe 2020-03-23 09:05:06   AMED -  Perestar (Hemşîre) Hevî Hîdayet diyar kir ku Îran ji bo berjewendiyên hikûmetê, gelê xwe qurban dike û anî ziman ku divê hikûmeta Îranê vê rewşê cidî bigire, her wiha ji bo tenduristiya gelê xwe bixebite. Vîrusa Korona (Covîd-19) ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê li tevahiya cîhanê bi bandor bû. Vîrûsê piştî Çînê herî zêde bandor li Îtalyayê û Îranê kir. Her ku diçe belavtir dibe. Vîrus li cîhanê wek pandemîk hat îlankirin. Perestar Hevî Hîdayet li ser rewşa Îranê ya ji ber vîrûsa koronayê nirxandinên xwe parve kir. ‘Îran ji bo berjewendiyên hikûmetê xelkê dike qurban’ Hevî Hîdayet destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Îranê ya ji ber vîrûsa koronayê û diyar kir ku li Îranê rewş her ku diçe xirabtir dibe ango ji kontrolê derketiye. Hevî axaftina xwe wiha bi lêv kir: “Di navbera gel û desthîlatdariyê de tu bawerî nema ye ji ber vê sedemê jî gel û hikûmet li gel hev nînin. Li her welatekî, heger di navbera gel û hikûmetê de bawerî tune be , dê pirsgirêkek çê bibe , rewş roj bi roj xirabtir dibe û îran hikûmetek wisa ye ku ferhenga xelkê ango çanda gel her roj kêm dike, gel bê ferhengtir dibin. Îran di mijara rê girtina vîrûsê qet bi qayîm û sext nexebitî. Ne xist karantînayê ne jî di hatûnçûnê de tedbîr girt lewra belavbûna vîrûsê pir bi lez pêk hat. Sedemek din jî ew bû ku Îran gelek zû pê hesiya bi hatina koronayê lê ji ber salvegera cejna serkeftina komara îslamî (hatina xomeynî) û hilbijartinên parlementeran , nexwest eşkere bike û rê li ber belavbûna koronayê bigire.Ji ber van sedeman jî korona ewqas zû tevahiya îranê girt, îran ji bo berjewendiyên hikûmetê, xelkê qurban dike û ew ne cara yekemîn e. Bûye tevgerek asayî û lewma baweriya xelkê bi hikûmetê nema ye. Berpirsên me dema ku di tv’yan de li ser vê mijarê diaxivin mîna henekan tiştek sivik lê dinihêrin û li ser diaxivin. Pêwîst e ku cidî bigirin lê mixabin cidî nagirin, sedem ku dewlet cidî negirtiye û astengiyek çê nekiriye xelkê amadekariyên xwe yên Newrozê dan destpêkirin, ev hemû tişt nişan dide ku divê em li benda karesatek mirovahî bin.” ‘Hikûmet hêviyên vala dide gel’ Hevî di heman demê de bal kişand li ser rewşa aboriya Îranê ya bi hatina Koronayê û diyar kir ku pirsgirêkên peyda kirina dermanan gelek in û axivî: “ Jixwe rewşa aboriya Îranê ne baş bû , û ew virûs jî bû sedema ku îran bikeve nav pirsgirêkan. Dolar bihatir bû her wiha Odeya Danûstanê ya li Tehranê hate xwarê , pirsgirêkên dermanan gelek in û di wê navberê de sipaha pasdarên îranê şebekeyek danûstanan çê kiriye ku kes nikare pêşiya wan bigire ango hemû tişt xistin bin kontrola xwe. Gelek tiştên ku pêdiviya gel pê re hebû biha kirin û bi wî awayî gelek kes ketin qeyranek xirabtir. Her wiha gel ji ber qeyrana aboriyê pêdiviya xebata kar dibînin û ger ku neçin kar rewşa wan xirabtir dibe.Dewlet hêla aboriyê de tu tedbîr nesitend. Tenê hêviyên vala dide xelkê.” ‘Pirsgirêkên alavên bijîşkî zêde ye’ Hevî destnîşan kir ku jiyana endamên nexweşxaneyan di xetereyê de ye. Hevî berdewamiya axaftina xwe wiha got: “ Di mijara derman de pêşketina Îranê pir bi qels e. Ji ber vê yekê nikarin ji bo dermanfiroş û nexweşxaneyan  alavên bijîşkî berhev bikin. Em endamên perestar in lê kinc û alavên me parastinê nadin me. Jixwe li nexweşxaneyan ji bo bijîşk û personelan tu amûrên pêwîst wek maske û alkol tune nin û jiyana wan di xetereyê de ye. Sedem qeyrana aboriyê ye an lawaziya birêveberiyê ye nizanim lê li gorî min sedema birêveriye ji ber ku birêveberiyên Îranê hertim di rewşa buhranî de lawaz bûye, ev tiştek nayê înkar kirin û jixwe li ber çavên hemû cîhanê de aşkere ye. ‘ Gel bi mirinê re rûbirû nin’ Hevî dawiya axaftina xwe de bal kişand ser bertekên gel û anî ziman ku her alozî û pirsgirêkên ku li îranê pêk tê ji bo dewletê pir zehmet e ji ber ku kesên karzan û pispor di nav dewletê kêm in û heger kesên wisa jî hebin ji bo çareser kirinê rê ji wan re nayê vekirin. Hevî wiha dirêjayî da axaftina xwe ya dawî: “ Dewlet a niha jî qet tedbîrek wan ji bo wê rewşê re nîne. Gelê bi mirinê re rûbirû dihêlin û tenê dawet, mizgeft , hin merasîmên ku dibûya sedema kom bûna gel qedexe kirin. Her wiha li zindanan ji ber vîrûsê gelek kes serbest hatin berdan. Bi taybetî kesên ku ji ew hûkmên wan ji 5 salî kemtir bûn hatin berdan. Lê hêjmara girtigehên sîyasî ji ber pir zêde ye tenê hinek ji wan ku zext li ser wan zêde bûn serbest hatin berdan. Mixabin canê girtigehên sîyasî di metirsîyê de ye di heman demê de rewş û tenduristiya wan pir xirab e. Li derve jî gelek kesan xwe karantîne kiriye û naçin ser kar û gelek kes jî xwe bexşandine ku maske û cilan ji bo kesên nexweş çê bikin her wiha li hin gundan rê girtine ji bo ku vîrûs hîn belav nebe. Mixabin hin kes rewşê cidî nizanin haya wan ji wan nîne û kesên din dixin xetereyê, bo mînak , çend roj berê cejna çarşema sor bû ku her sal sêşama axira salê tê girtin, û mixabin çend kes mirin û rewşa nexweşxaneyan hîn xirabtir bû. Pêwist e ku gel rewşê cidî bigirin.”