Ayşe Gokkan: Ji fikrên birêz Abdullah Ocalan ditirsin 2020-03-23 09:04:07   AMED - Berdevka TJA’yê   Ayşe Gokkan anî ziman ku  fikrên Abdullah Ocalan ji çek û bombeyên îktîdarê bi hêztir e  û diyar kir ku dewlet ji bo ku pergala xwe ya olîgarşîk ava bike naxwaze lingê sêyemîn bi hêz bibe. Malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş di 2'yê Adarê de çûn Îmraliyê û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind hevdîtin kirin. Mehmet  Ocalan  çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir û rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinê de behsa bihêzkirina lingê sêyemîn kir û got  maseya li Tirkiyeyê li ser 2 pêyan e. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin lingê sêyemîn. Lingê sêyemîn jî bi mezinkirin, xurtbûnê ew ê xwe nîşan bide. Der barê peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA)  Ayşe Gokkan axivî. Ayşê   anî ziman ku  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan muxatabê dewletê yê fermî ye. Ayşeyê  diyar kir ku  dînamîkên demokratîk, ekolojik, azadiya jinê û yên aşitîxwaz dikarin linge sêyemîn ava bikin. ‘CPT û Konseya Ewropayê  şirîkên tecrîtê ne’ Ayşe bi lêv kir ku di sedsala 21’emîn de dewleta netew pûç bûye û got ku şirîkên tecrîtên hêzên navneteweyî ne û wiha axivî:” Tecrît sucekî li dijî mirovahiyê ye. Di cîhanê de di jî protokolên ku dewletan bi hev re kirin de tecrîtê wisa pênase dikin. Ji ber ku yekem jin hemberî tecrîtê derketine, dema ku mêr serdest bû, jin kir hundir derî lê girt wê demê tecrîta yekem li ser jinê pêk hat. Ango jin tecrîta li ser birêz Ocalan zûtir fêm dike. Ji ber ku dema jin tecrit kirin xwestin jinan ji civakbûnê dûr bixin, xwestin fikr û ramanê jinan ji civakê qut bikin,xwestin tesîra jinan a perwerdekirina zarokan pûç bikin. Ji qada siyasî,civakî, aborî, çandî,tendûrîstî qada rêvebirî,herêmî û hiqûqî xwestin ji hemû qadên jiyanê jinê bikşînin û ji bo vê jin kirin hundir derî li wan girtin. Em îro lê dinêrin tecrîta li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan jî giran dibe. Dixwazin fikr û ramanên Birêz Ocalan tecrît bikin. Çawa ku bi tecrîtkirinê xwestin jinan hemûyan tecrît bikin û ji  rê û rêbazan dûr bigirin, îro jî di şexsê birêz Ocalan de  dixwazin jinan tecrît bikin. Ji ber wê jî jin tecrîtê zûtir fêm dikin. Em dizanin wextê ku em tecrit kirin, civak tecrît bû,zarok tecrît bûn, sîyaset tecrît bû, tendûrîstî,perwerdehî û hiqûq tecrît bû. Tecrît navneteweyî ye. Tecrît ne tenê destê Tirkiyêde ye. CPT û Konseya Ewropayê ev hemû şirîkên tecrîtê ne. Ne hedê yek dewletê ye ku bi tena serê xwe li ser birêz Ocalan tecrîtê bimeşîne.” ‘Fikrên birêz Ocalan ji çekên wan û  bombeyên wan bi hêztir in’ Ayşe bi domdarî da zanîn  ku tecrîtkirin li ser jinan  dest pê kiri û  anî ziman ku ji ber ku dewleta netew îflas kiriye bi girankirina tecrîtê dixwaze xwe mayînde bike û dom kir:”  Ji ber ku heger  nîvê civakê  jin bikeve hundir wê demê tecrît li ser hemû jiyanê dibe. Em îro lê dinêrin di şerê cîhanê yê sêyemîn de di sedsala 21’emîn de li Kurdîstanê yekem caran fikr û ramanên birêz Ocalan tesîr kiriye. Hemû rewşenbîr,fîlozof û kesên rêber ji kîjan erdnîgariyê derkevin destpêkê li ser wê erdnîgariyê tesîr dikin. Wexta ku em fîlozofên ewropayê dinêrin li ku derê derketine li ser wê erdnîgariyê bandor kirine. Nakokiyên  îro di sedsala 21’an de tesîra xwe li ser xwezayê, xweserî rêverbertiya herêmî, rêxistinkirin û demokrasî dike. Ji ber wê jî mijara demokrasiyê û mijara jinê û azadiya jinê paradigmaya birêz Ocalan e. Dewleta netew ji ber ku îflas kiriye, birêz Ocalan di vê sedsalê de konfederala demokratîk û netewa demokratîk bi xweseriya demokratîk re çareseriyekî ji dewleta ku xetimî re tîne. Dewlet ji vê aciz dibe. Ji bo  wê êrîşî fikrên birêz Ocalan dikin û ji fikrên wî ditirsin. Fikrên birêz Ocalan ji çekên wan û ji bombeyên wan hîn zêdetir bandorê ser civak û gelan dike.Ji ber wê ji birêz Ocalan ditirsin. Dema ku em li bakurê Kurdîstanê dinêrîn li vir bi  çi fikir û ramanên birêz Ocalan dikujin bi qeyûman. Ji ber ku qeyûm dorbeçkirina vê sedsalê ye, dagirkerkirin e. Kesên piştgiriyê didin Rojava û didin gelê kurd li ser wan jî tecrît heye. ‘Dewlet ger bi birêz Ocalan re çareseriyê pêk neyine dê wekî Îdlîbê bibe,wekî SOÇÎ û Astana bibe’ Ayşeyê di dirêjiya axaftina xwe de destnîşanî pêvajoya grevên birçîbûnê kir û got ku dewlet bi îlegalkirina Abdullah Ocalan dixwaze rêvertiyeke olîgarşîk ava bike û got:”  Her hevdîtina bi birêz Ocalan re bi berxwedanan çê dibe. Ji 2015’an heta niha 2016’an de hevdîtinek çêbû û ji bo ku hevdîtin pêk werin hemû dînamîkên civakê  ketin grevên birçîbûnê. Bi pêşengiya  birêz Leyla Guven bi berxwedana zindanan 9 hevalan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran girtî ketin rojiya mirinê û  rewşa wan gihişt asta herî xeter. Dîsa  şewata Îmraliyê bi daxuyaniyan û berxwedanê hevdîtin pêk hat. Birêz Ocalan fermî muxatabê dewletê ye. Birêz Ocalan  bi hevdîtinên ku bi dewletê re pêk anî 8 caran yekalî agirbest îlan kir. Êdî hevdîtinên dewletê yên bi birêz Ocalan re hewceye ku periyodik raya giştî re bên parvekirin. Çima wisa dibêjim? Dewleta Tirkiyeyê ger bi birêz Ocalan re çareseriyê pêk neyine dê wekî Îdlîbê bibe,wekî SOÇÎ û Astana bibe. Hemû hevdu dixapînin. Ji bo ku her yek di bin de bîra hev dikolin. Lê birêz Ocalan bi vekirî got ku ger hûn bixwazin çareser bikin, ez ê hefteyekî de çareser bikim. Hilbijartinan de me dît ku êdî dewlet ne ku PKK’ê îlegal dibine,birêz Ocalan îlegal dibîne êdî dizane ku fikir û ramanên wan di civatê de hîn zêdetir bandor dike ji ber vê dibêje qedexe ye. Dewlet dixwaze rêvebertiyeke olîgarşîk ava bike û bi vê rêbazê pêşiya van fikran bigire” ‘Ji bo ku lingê sêyemîn bi hêz nebe dewlet di nav hewlêdanan de ye’ Ayşeyê bal kişand ser peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya dawî û anî ziman ku linge sêyemîn bi dînamîkên demokratîk,aştîxwaz û ekolojîk pêkan e û ev nirxandin kir: ” Di hevdîtina herî dawî de birêz Ocalan got masa bi du lingan bi lingê sêyemîn wê ava bike. Ji ber ku ev hemû raman  xeta sêyemîn e. Xeta sêyemîn çi ye? Ji ber wê jî  statûkoyê jî îflas kir, rêbertiya navendî jî îflas kir û dewleta netew jî îflas kir. Ango li Rojhilatanavîn  xeta sêyemîn fikir û ramanên birêz Ocalan e. Dixwazin linge sêyemîn bi hêz nebe. Êrîşa dewletê ya niha li dijî lingê sêyemîn e. Ji ber wê birêz Ocalan di hevdîtinên xwe de got ku linge sêyemîn hewce ye ku bi hêz be. Dewlet di nav hewlêdanê de ye ku lingê sêyemîn bi hêz nebe. Mînak êrîşî Rojava dike û ji gel re dibêje ger ez êrîş nekim hûn dibin talûkeyê de ne. Îktîdar ji bo ku xwe bide jiyîn xala talûkeyê derdixe pêş.” ‘Em dizanin ku têkoşer gotinên herî dawî dibêjin’ Ayşe wiha dewam kir:”Îktidara heyî çapemenî kiriye dest xwe, darizandin bi dest xistiye, dozgerî dest xistiye dînamîkan bi van hêzan dixwaze rawestine. Em dizanin ku têkoşer gotinên herî dawî dibêjin. Kesek li ber têkoşeran re nikare biaxive. Ji ber wê kujeran dike mexdûr,mexdûran dike kujer. Kesên ku mexdûran dike kujer nikare gel rê ve bibe. Em wekî TJA dibêjin ku kes nikare dewsa me biaxive. Encax em azadiya xwe  dikarin bixwazin. Dînamîkên demokratîk, ekolojik, azadiya jinê û yên aşitîxwaz dikarin linge sêyemîn ava bikin. Ger ev ling bi hêz nebe ji xwe ew her du lingên din ji xwe pûç in. Heman demê de îktîdar jî dizane ku ger lingê sêyemîn bi hêz be êdî dikarin bi aşitiyeke mayînde xwe bi rûmet bikin. Lê ji ber ku rûmeta wan nema ye nikarin pêk binin. Êdî çavê dînamîkan de pergala dewletê têk çû ye û pûç bûye. Ger lingê sêyemîn bi hêz be wê demê wê gelên li Tirkiyeyê ji bi xwe re azad bike. Ji bo wê hewce ye ku em jî  wekî TJA’yê her dem jinan bi rêxistin bikin û kolan bi kolan bigerin ku em bikarin linge sêyemîn bi hêz bikin” ‘Kesê  ku di vê sedsalê de cîhanê ji xetimandinê rizgar dike  fîlozofê sedsalê ye’ Herî dawî jî Ayşêyê daxuyand ku bê têkoşîn serkeftin ne pêkan e û ev tişt anî ziman:”Birêz Ocalan  hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de got  derfet hebe ez dikarim di heftekeyekê de pirsgirêkê çareser bikim. Pirsgirîkeke ku hefteyekê de bê çareserkirin, çima dewlet destûr nade çareser bikin û bi hezaran mirov ji wê rojê heta niha yan jiyana xwe ji dest dan,yan hatine girtin û yan jî hatin sirgûnkirin. Ev wêrankirineke mezin e.  Lîbyayê wêran dikin, Îdlîbê wêran dikin. ‘Ev sedsale sedsala azadiyê ye’ Ayşe wiha dawî lê anî:”Ev sedsale sedsala azadiyê ye. Azadiya gelan,baweriyan û jinan e. Em wisa xwe bi rêxistin dikin û bi hêz dikin. Ji bo wê jî heke têkoşîn nebe ji xwe tecrît hilnaweşe. Bê têkoşîn ne mimkun e ku tecrît bişkê. Bê têkoşîn kes nikare ji tecrîtê bifilite. Bê têkoşîn hiqûq tu car azad nabe, bê têkoşîn çapemenî tu car azad nabe û bê têkoşîn dînamîk tu caran azad nabe. Heta îro jî dema faşîzmê,dema kraliyetan,dema sultanan û dema paşayan de jî dînamîkan li berxwe daye û azad bûne. Yên ku berxwe didin wê ser bikevin. Berxwedana birêz Ocalan di heman demê de berxwedana gelan,baweriyan û jinane jî. Em keda birêz Ocalan dibînin. Kesê  ku di vê sedsalê de cîhanê ji xetimandinê rizgar dike  fîlozofê sedsalê ye. Lingê sêyemîn dê bi van fikir û ramanan bi hêz bibe û nekeve.”