'Em bi hevdu re pêşî li belavbûna Vîrusa Korona bigirin' 2020-03-23 09:01:07   Xezne Celal   KOBANÊ - Hemşîre Sedîqa Mihemed ragihand ku desteya tendirustî ya herêmê derbarê Vîrûsa Korona de tedbîr girtine û got: "Kadroyên tendirustî yên herêma Firatê bi erka xwe radibin û di nava hewldnan de ne ku pêşî li Vîrûsa Korona bigirin."   Vîrûsa Korona cara yekemîn li Çînê derket holê û di demeke ne dirêj de li tevahî cîhanê belav bû. Heta roja îro jî sedama vê nexweşiyê nehatiye diyarkirin. Ev vîrûs li cîhanê bûye sedema mirina bi hezaran welatiyan. Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê xeteriyeke mezin çêdike ji ber ku zû di nava dewletan de belav dibe. Bijîşk hewl didin ku di demeke nêz de derman ji Vîrûsa Korona re bibînin û rê li ber belavbûna wê bigirin.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12'ê Adarê de ji bo parastina welatiyan a ji Vîrûsa Korona û nehêlin ku vîrûs derbasî herêmê bibe, hin tedbîrên girîng girtin. Di vê derbarê de desteya tendirustî ya herêma Firatê dest bi hemleya dermankirina navend û saziyên herêmê kir. Her wiha Nexweşxaneya Kobanê bi şev û roj gel pêşwazî dike û tendirustiya gel kontrol dike da ku nehêlin Vîrûsa Korona derbasî herêmê bibe. Hemû karmend û bijîşkên nexwaşxaneyê bi welatiyan re dibin alîkar û di derbarê vîrûsê de gel hişyar dikin. Di derbarê Vîrûsa Korona, nîşaneyên wê û çawa mirov xwe jê biparêze Endama Nexwaşxaneya Kobanê hemşîre Sedîqa Muhemed ji ajansa me re axivî.   'Du navendên tendirustiyê li Kobanê hatin vekirin'   Sedîqayê destnîşan kir ku nexwaşxaneya Kobanê di derbarê Vîrûsa Korona de tedbîrên pêwîst girtine û wiha domand: "Berî demekê Vîrûsa Korona li gelek dewletan belav bûye. Piştî belavbûna vîrûsê bi hezaran welatî nexweş ketin, bi hezaran jiyana xwe ji dest dan û li ser derûniya welatiyan bandoreke mezin dike. Hemû dewlet di nava liv û tevgerê de ne, tedbîrên xwe digirin û hewl didin ku dermanekî ji vê vîrûsê re bibînin. Em li nexwaşxaneya Kobanê di nava liv û tevgerê de ne ku pêşî li vê nexweşiyê bigirin. Nexwaşxane û navendên tendirustiyê hatin dermankirin, hemû karmendên nexwaşxaneyê di vê demê de kar û xebatên xwe berfirehtir kirine. Hemû karmend maske û lepikên tendirustiyê bi kar tînin. Her nexweşê ku derbasî nexwaşxaneyê dibe li ber derî germahiya wan tên kontrolkirin ew jî ji bo parastina welatiyan. Desteya tendirustî ya herêma Firatê jî bi rola xwe radibe û hemû amûrên tendirustiyê ji me re peyda dike. Li aliyekî din jî desteya tendirustiyê di 16’ê Adarê de li Kobanê du navendên tendirustiyê vekirin, ji bo welatiyên gumana bi Vîrûsa Korona bikevin pêşwazî bike û li wir bên dermankirin."   'Nîşaneyên Vîrûsa Korona dişibin a girîpê'   Sedîqayê teqez kir ku gelek rê û rêbaz hene ku mirov xwe ji Vîrûsa Korona biparêzê û wiha pê de çû: "Divê welatî di nava rojê de gelek tedbîran bigirin da ku xwe ji vîrûsê biparêzin. Divê kombûne zêde neyên çêkirin, di nava rojê de gelek caran dest bi sabûnê bê şuştin, cihê lê dimînin dermanê li dijî Vîrûsa Korona bê belavkirin, maske û lepikên tendirustiyê bên bikaranîn û mudaxeleyên pêwîst ji bo parastina welatiyan li nexweşxane yan jî navendên tendirustiyê bên kirin. Nîşaneyên Vîrûsa Korona dişibin a Girîpê. Vîrûsa Korona germahiya bilind di laşê mirov de çêdike, kuxuka zuha, westandin û bêhna mirov teng dibe. Ev nîşaneya wê ye.”   'Em bi hevdu re pêşî li belavbûna Vîrusa Korona bigirin'   Sedîqayê diyar kir ku hemû kadroyên tendirustî yên herêma Firatê bi rola xwe radibin da ku ewlehiya welatiyan biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bijîşk û kadroyên tendirustî yên herêmê di nava hewldanan de ne ku pêşî li Vîrusa Korona bigirin û nehêlin ku li herêmê derkeve. Bangawaziya min ji hemû gelê Kobanê re heye ku bi me re bibin alîkar û ger ku guman li gel wan çêbû demildest berê xwe bidin navendên tendirustiyê, bi hemû awayan em bi hevdu re pêşî li belavbûna Vîrûsa Korona bigirin."