Em ê li ser şopa Nûjiyan Erhan hesab ji rûyên tarî bipirsin 2020-03-22 19:52:03   ŞENGAL - Di salvegera 3’ yemîn ya şahadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de Nûjiyan li ser goristane xwe ji aliye hevrê û şagirtin xwe hate bîranîn.   Di 3’yê adara 2017’ê de rojnameger Nûjiyan Erhan di encama êrîşa çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê de li Şengalê birîndar bû. Piştre di 23’ê adara 2017’ê de li Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şehîd bû. Niha bi sedan xebatkarên çapemeniyê li ser şopa wê dimeşîn û dixwazin çîrokên jinên ku ne diyar bînin ziman. Nûjiyan, bi hewldan, xebat û nêzikatiya xwe bandoreke giranbûha jî li ser civaka Êzidî û bi taybetî li ser jinên Êzidî hişt. Hevala Nûjiyan Hewlêr Şahîn heta kêliyên dawiyê li gel Nûjiyanê bû.   Di salvegera 3’ yemîn ya şahadeta Rojnameger Nûjiyan Erhan de Nûjiyan li ser goristane xwe ji aliye hevrê û şagirtin xwe hate bîranîn.Di bîranînê da hevrê û şagirtên raganihandinê, malbata şehîdan, dayik û malbaten ku Şehîd Nûjiyan nas dikirin amade bûn. Di bîranînê de ji bo şehîd Nûjiyan daxuyaniyek niviskî hat xwendin. Daxwuyani ji aliye Ehlam Hecî we hate xwendin.   Daxwuyani ya ku ji bo bîranina  Nûjiyan hate xwendin wiha ye:   “Şehîda me û hevrê Nûjiyan Erhan li ser riya ku tarîtî wê ronahî bibe, li ser şopa Mazlûm Dogan, Musa Anter (Apê Musa) Gurbtellî Ersozan, soz da gelê xwe ku wê pênûsa wan Şehîdên mezin li ser riya heqîqetê berdewam bike. Li ser vê şopê hevrê Nûjiyan Erhan jî, li hemberî hişmendiya dagirkeriya rojnevanên li ser riya heqîqetê dimeşên dike hedef, heta kêliya jiyana xwe ya dawî, li ber xwe da û di vê oxirê de bi lehengî jiyana xwe ji dest da. Em jî weke hevrêyên wê yên rojnemevan û endamên Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistan RAJIN a Şingalê, li ser şopa wê ne û dibêjin: “Nivîsandina heqîqtê mîrasa me ye!”   Em di kesayetiya hevrêyên xwe Nûjiyan Erhan û Denîzan, Agir Banêyan, Rizgaran de hemû rojnamegerên di oxira heqîqet û rastiyê de, ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne, canê xwe feda kirine bibîr tînin. Li ser şehadeta hevala me Nûjiyan Erhan, Tuba Akyilmaz de sê sal derbas bûn. Beriya her tiştî em, şerê 3’yê Adara 2017’an ku bi armanc û planên qirêj bi ser gelê me de anîn, bi tundî şermazar dikin. Hevala me Nûjiyan, di demeke ku dixwest rastiya van planên qirêj derxe ronahiyê, 3’ê Adarê, di encama êrîşên hevkarên DAÎŞ’ê de hat hedefgirtin û ji serê xwe birîndar bû. Mîna navê xwe, bi girêdana xwe ya jiyanê û têkoşînê re piştî 19 rojan jiyana xwe ji dest da.   Hevrê û şehîda me Nûjiyan Erhan, ji bo ku rastî di tariyêtiyê de nemîne, bi pênûs û kameraya xwe kete ser vê riya pîroz. Ji bo rûreşî û bêdengiya Cîhanê li hemberî jenosîd û fermana 73’an ku li ser civaka Ezidî, bi destê DAÎŞ’ê û hevakarên wan hatibûn kirin ronî kir, hate hedefgirtin. Hevala me Nûjiyan Erhan, li hemberî zilm, dagirkerî, xiyanet û cehaleta pergala mêrê desthilat a li ser jinê, ji bo azadiya jina Kurd û civaka Ezidî bû hêvî. Tenê ne hêvî afirand, ji me re bû sembola ku di her kêliyan de bê rawestandin û bi eşqeke mezin a xebat û têkoşînê. Di seranserî jiyana wê de me ti carî Nûjiyan bêkar nedît. Di her kêliya jiyanê de li ser şopa Gurbetellî Ersozan ji bo heqîqetê binîvise, di nava lêgerîneke mizin de bû.   Nûjiyan bi dehan keç û xortên Ezidî perwerde kir. Bi sedan çîrokê jinên berxwedêr, şervanên Ezidîxanê û bi sedan çîrokên fermana 73’an nivîsî. Hevrêya me Nûjiyan, ji bo me keçên Ezidî re, di rojnamegeriya azad de, bû heqîqet ku em bikaribin li ser şopa wê bimeşin. Em ê her dem mîna wê bibin dengê civaka xwe ya Ezidxanê.   Em bi hêrs û êşa xwe ya ku sê sal in me hevrêya xwe Nûjiyan Erhan winda kiriye, soz didin ku em ê her dem li pey doza wê bin, li ser riya wê bimeşin. Wê kamera û pênûsa hevala me Rojnameger Nûjyan Erhan, li erdê nemîne. Wê ti carî tarîtî û xiyanat li vê xakê serwer nebe û heta dawî em ê li ser vê şopê hesab ji rûyên tarî bipirsin.”