Cenazeyê Şîmonî Dîrîl dê bibin Stenbolê 2020-03-22 11:21:57   ŞIRNEX - Li Elkê hevjînên hev Şîmonî û Hurmuz Dîrîl winda bûbûn. Di 20’ê Adarê de cenazeyê Şîmonî hat dîtin. Piştî otopsiye malbatê dê cenazeyê Şîmonî bibe Stenbolê.   Li gundê Mehrî yê Elkê yê Şirnexê di 11'ê Çileyê de hevjînên hev Şîmonî (65) û Hurmuz(71) Dîrîl winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl a keldanî di 20’ê Adarê ji gund nêzî 1,5 km dûr li bakurê rojava hat dîtin.   Cenazeyê Şîmonî Dîrîl a piştî 69 rojan hat dîtin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di otopsiya hat kirin de ku agahî nayê girtin, cenaze teslîmê malbatê hat kirin. Ferdên malbatê, anîn ziman ku dê cenazeyê Şîmonî bibin Stenbolê û li wir di morga nexweşxaneyekê de bigirin.