Li Silopiyayê avahiyek kirin bin karantînayê 2020-03-22 11:10:18   ŞIRNEX - Piştî ku hat diyarkirin jina bi navê A.K. ya 74 salî ya qeyrana dil derbas kiriye laşê wî sincirîbû avahiya bûyer lê qewimî kirin bin karantinayê.    Jina bi navê A.K. ya 74 salî dema çû mala kurê xwe yê li Silopiyaya Şirnexê qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku hat diyarkirin jina bi navê A.K. ya 74 salî ya qeyrana dil derbas kiriye laşê wî sincirîbû avahiya bûyer lê qewimî kirin bin karantinayê. Cenazeyê A.K birin Nexweşxaneya Silopiyayê. Piştre li Goristana Arî ya Cizîrê bi beşdarbûne komek biçûk hat definkirin.    Li ser gumanê avahî kirin bin karantînayê û wesayetên zirxî li ber avahiyê hatin bicihkirin. Ekîbên Şaredariya Silopiyayê dest bi xebatên dezenfekteyê kirin. Hat diyarkirin ku heta encama testên kesên di avahiyê de diyar nebin ew ê kesek nikaribin ji avahiyê derkevin.  Derbarê bûyerê de hîn daxuyaniyek fermî nehatiye dayin.