‘Bi rêbaza çewisandinê vîrûsa korona têk naçe' 2020-03-22 09:13:28   Ayşe Guney   AMED - Kedkara tenduristiyê Gulîzar Îpek, dewlet bi du rêbazên cuda yên wekê zext û çewisandinê bi vîrûsa korona re têdikoşe û got welatên wek Îran, Îtalya û Tirkiyeyê van rêbazan diceribînin û ev jî wê rîskê hîn bêtir mezin bike.   Vîrûsa korona her diçe belav dibe û li seranserê cîhanê kesên ji vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 11 hezar û 399’î. Li Tirkiyeyê jî rewş her diçe giran dibe. Li gorî daxuyaniyên dawî 9 kesî jiyana xwe ji daye û hejmara kesên bi korona ketine gihiştiye 670. Kedkara tenduristiyê endama Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî Gulîzar Îpek diyar kir ku divê hikûmet li vîrûsê polîtîkayên tenduristiyê ava bike.   ‘Du rêbazên têkoşîna li hember vîrûsê hene’   Gulîzarê da zanîn ku ji bo pêşî li vîrûsê bê girtin du rêbaz hene û got: “Vîrûsa Covîd-19 li Çînê li derket. Mixabin demek nêz de li hemû cîhanê belav bû û bi hezarna kesî jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê nexweşî wek pandemî îlan kir û piştî vê gelek welatan ji pêşîgirtinê tedbîr girtin. Yanî di têkoşînê de zextkirin (suppressîon) û çewisandin (mîtîgaton) pêk tînin.   ‘Divê dewlet ne sermayê tenduristiyê bifikirin’   Gulîzarê destnîşan kir ku welatên wek Îran û Îtalyayê bi hincetên aboriyê rêbaza çewisandinê pêk anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê rêbazê jî jiyana milyonan kesî bi rîskê re hat rû hev. Li Çîn, Japonya, Başûrê Kore û Sîngapurê hemû faliyetên aborî hatin sekinandin. Di asta herî jor de test kirin û ji bo têkiliya civakî kêm bikin, gerên ji bo derveyê welat da sekinandin û qedexeya derketina derve û karantîna pêk anî. Lê welatên wek Îran û Îtalyayê ji bo aborî xera nebe, gera serbest sînor kir û sekinî û civak bi vîrûsê nexweşiyê derbas bike.”   ‘Divê Tirkiye tedbîrên mirovahiyê esas bigire’   Gulîzarê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku divê Tirkiye tedbîrên ku mirovahiyê esas digirin bigire û bi lêv kir: “Li holê ye ku Tirkiye jî kêm testan dike û rêbazeke wek çewisandinê bikar tîne.  Hîna ku dereng nebûye divê Tirkiye li şûna sermayê, polîtîkayên ku mirovahiyê esas digire bike jiyanê. Divê zêdetir test bê kirin tedbîrên îzolasyon û sînorkirina gerê bigire.”   ‘Li nexweşxaneyan rûpûş û dezenfekte kêm in’   Gulîzarê balkişand ser rewşa kedkarên tenduristiyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Mixabin di demên wisa de gelek kedkarên tenduristiyê nexweş dikevin. Li gelek nexweşxaneyan rûpûş û dezenfektan kêm in. Divê şert û mercên kedkarên tenduristiyê yên xebatên bên başkirin. Ev gelek girîng e.”