Ji xizmên girtiyan bang: Divê girtîgeh bên valakirin 2020-03-22 09:09:55   WAN - Xizmên girtiyan diyar kirin ku ji ber vîrûsa korona girtîgeh di bin tehîdê de ne û gotin hîna ku dereng nebûye divê girtîgeh bên valakirin.   Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa korona heta niha 9 kesî jiyana xwe ji dest da û testa 670 kesî jî poîzîtîf derket. Yek ji qadên ku di bin rîska mezin de ye, girtîgehên li Tirkiyeyê ne. Xizmên girtiyan, rêxistinên mafên mriovan û saziyên civaka sivîl, diyar kirin ku di serî de girtiyên nexweş, jinên bi zarok û girtiyên temenê wan mezin bên tahliyekirin. Lê heta niha tu tedbîr nehatine girtin. Xizmên girtiyên li Wanê diyar kirin ku divê demildest çareseriyek bê dîtin.   ‘Li girtîgehê nayên dermankirin’   Botan Tîmur 5 sale li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa T ya Wanê girtiye. Dayika wî Aslihan Tîmur got: “Kurê min ji ber darbeyên girtiye serî wî her tim diêşe. Li girtîgehê nedihat dermankirin. Niha xetereya vîrûsa korona heye. Divê kurê min û girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘Di nav çar dîwaran de ne'   Aslihanê di hefteya borî çibû girtîgehê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hefteya borî çûm hevdîtinê. Girtîgeh ne paqij in. Di nav çar dîwaran de ne. Ne ax û ne jî roj heye. Di nexweşiyek herî biçûk de dikare ev belav bibe. Di koguşên 8 kesî de 20 kes dimînin. Divê rayedarên hikûmetê demildest bikevin tevgerê. Li Îranê tevî zextên giran girtî hatin berdan. Divê li vir jî wisa be. Divê hemû malbat dengên xwe bilind bike.”   ‘Zarokên me bi mirinê re rûbirû ne'   Behîce Abî diyar kir ku kurê wê Samet Abî 21 sal in girtiye û niha li girtîgeha Tîpa F ya Wanê ye û wiha pê de çû: “Kurê min di girtîgehê de bi nexweşiya gurçikan ket. Ji ber vê bîhna wî diçike. Qet nebe bila di vê pêvajoya vîrûsê de bê berdan. Ez gelek bi fikarim. Divê bê berdan. Li ber çavan zarokên me terkî mirinê dikin. Hîna ku dereng nebûye divê girtîgeh bên valakirin.”   ‘Meheke ez agahiyê jê nagirim’   Hevîdar Erdem jî diyar kir ku hevjînê wê Selahattîn Erdem 10 sal in girtiye û wê jî heman daxwaz kir û got: “Ez li Çelê ya Colemêrgê dijîm. Hevjînê min sirgunê gelek girtîgehan hat kirin. Cezayê muebetê lê hat birîn. Herî dawî li girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê bi hevalên xwe re bi îşkenceyê re rûbirû ma. Ji ber cezayê ragîhandinê dane ev meheke em agahiyê jê nagirin. Bi vê vîrûsê re fikara me hîn bêtir zêde bû.  Divê hemû girtî demildest bên berdan.”