'Di encama teqîna mayinê de min parçeyek ji canê xwe winda kir' 2020-03-22 09:03:48 Hesna Mihemed ŞEHBA - Sefa Xelef ji Şehbayê ye di encama teqîna mayinan de keça xwe winda kir û birîndar bû û got: Di encama mayînê de min keça xwe û parçeyek ji bedena xwe windakir. Her wiha xaniyê me jî ji hêla çeteyan ve hat xirakirin."   Bi dagirkirina Kantona Şehba ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di sala 2015'an de sivîl hatin hedef girtin û kiryarên ne mirovî li ser gel hatin meşandin. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê derdora malên gel mayin çandin û di encamên teqînan de bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane. Yek ji wan jina bi navê Sefa Xelef 36 saliye, dayika 2 zarokan e, navçeya Fafîn a Şehbayê dijî û di encama mayinan de keça wê jiyana xwe ji dest dide û ew jî parçeyek ji canê xwe winda dike. Sefa derbarê bûyera de ajansa me re axivî.    'Min parçeyek ji canê xwe winda kir'   Sefa di despêka axaftina xwe de bûyera ku beriya 5 salan wiha anî ziman: "Dema ku DAIŞ êrîşî bajarê me kir, ez di encama mayina ku li gel mala me çandibûn birîndar bûm û min lîngê xwe ya çepê winda kir. Her wiha hevjîna min jî lîngê xwe winda kir. Niha bi keça xwe re ya ku ji teqînê xilas bûye re dijîm. Min keça xwe ya din di encama teqîna mayinê de winda kir. Piştî ku birîna lînga min baş bû min xwe re protez çêkir."   'Mala min ji aliyê çeteyan ve hat hilweşandin'   Sefa di dewama axaftina xwe de diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê mala wê hilweşandiye û wiha domand: "Piştî ku min parçeyek ji canê xwe winda kir, hevjîna min li ser min zewicî û ez û keça xwe tenê man. Ev bû 5 sal ez birîndar bûm û tu kes nîne ku pêdiviyên min û keça min pêk bîne. Mala min li gunê Wehşiyê bû, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat hilweşandin. Niha ez li navçeya Fafîn a Şehbayê dijîm. Beriya ku birîndar bibim, min karê çandiniyê dikir û niha nikarim kar jî bikim."   Sefa herî dawî hêviyên xwe wiha anî ziman: "Xwesteka min ew e ku keça min bixwîne û zane bibe, ji ber ku di jiyanê de mirovên nezan nikarin bijîn."