Hevşaredar Bêrîvan Kutlu: Ne dozger polîs talîmatan didin 2020-03-22 09:02:49 Rojda Aydin ŞIRNEX -  Di çarçoveya lepirsîna ji aliyê Dozgeriya Rihayê ve hat destpêkirin de Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu hat binçavkirin piştî 8 rojan hat berdan. Bêrîvan diyar kir ku di dema binçavkirinê de bi heqaretê re rûbirû maye û got: "Divê baş bê zanîn ku em tu carî li hemberî binpêkirin û zextan ji têkoşîna xwe dûr nakevin."   Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 12’ê adarê de li Riha, Amed, Êlih, Şirnex û Wanê di nav de parêzer, siyasetmedar, Hevşaredara Cizîrê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu, gardiyan û 12 jî kesên bihikûm jî tê de di encama lêpirsînê de 40 kes hatibûn binçavkirin. Bêrîvan Kutlu, di çarçoveya lêpirsîneke sala 2018’an de bi hinceta 'endama rêxistinê ye' hat binçavkirin. Bêrîvan 7 rojan binçavan de ma di 19’ê adarê de ji hêla dadger ve bi şerta kontrola edlî serbest hat berdan. Bêrîvan derbarê pêvajoya binçavkirina 7 rojan de ji ajansa me re axivî.   Bêrîvan, anî ziman ku di 12’ê Adarê di saetê 05.00’ê sibehê de polîsan bi ser mala wê de girtiye û wiha got: “Serê sibehê bi ser malê de girtin û lêgerînê kirin. Di dema lêgerînê de mala min belav kirin. Min ji wan pirsî bi kîjan hincetê dixwazin min bikin binçavan û ji min re gotin 'endama rêxistinê yê' binçav dikin. Dema min kirin binçavan xwestin ji ters kelepçe bikin. Li hemberî helwesta dayika min zext li dayika min kirin. Min nexwest zextê li hemberî dayika min bikin. Piştre bi heqaret û ters kelepçeyê ez hatim binçavkirin. Di serî de min birin Midûriyeta Emniyeta Cizîrê li vir demek min girtin û piştre ber bi saetên êvarê ve min birin Riyayê. Li dijî min nêzîkatiyek taybet hebû. Ez berê jî gelek caran hatim binçavkirin lê vê carê ne wek berê bû. Weke îşkence kirin û binpêkirina vînê bû.”   'Em tu carî serî natewînin'   Bêrîvan, bi lêv kir ku dema destên wê di paşde hatiye kelepçekirin polîsan ji xwe re wek serkeftinekî dîtiye û ev tişt got: “Ji bo polîsan ters kelepçekirin serkeftinek bû. Lê belê ew ji hebûn û berxwedana me ditirsin ji ber wê jî vê tiştê dikin. Ev ji bo wan ne serbilindahiye, ji bo wan tirs e. Em tu carî serê xwe li ber wan natewînin."   ‘Heqaret li partiyê kirin'    Bêrîvan, di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê û wiha axivî: "Dema min ji Cizîrê birin Rihayê, di rê de gelek zêde heqaret hem li min, hem jî li partiya min kirin. Di rê de bi gotinên xwe xwe dixwestin min bitirsînin. Derbarê partiya me de pirsên ku nayên gotin vegotin. Lê her kes jî dizane ku em tu carî paşve gav navêjin û narevin jî."   'Ez 7 rojan di binçavan de mam'   Bêrîvan, 7 rojan li Cendirmeya Halîliye ya Rihayê di binçavan de ma û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir jî heqaret li min hat kirin û nêzîkatiyeke pir xirab re ez rûbirû mam. Her wiha dema min birin Rihayê agahî nedan malbat û parêzera min jî. Parêzer û malbat 2 rojan nekarin agahî ji min bigirin. Ez ketim nava fikaran gelo çima min anîn Rihayê?"   'Polîs talîmatan dide'    Bêrîvan, diyar kir ku dosyaya ku hatî amadekirin vala bû nedikarin hincetek nîşan bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Rihayê di navbera xwe de dosyayek amade kirin. Li gorî qanûnê divê dozger talîmatê bide piştre binçavkirin pêk bê, lê belê ev talîmat dan dozger ji bo dosya bê amadekirin. Di nava xwe de biryara dozgeran didan û gelo dê kijan dozger dosya amade bike. Piştî 7 rojan min derxistin dadgehê."   'Şahîdê veşarî derbarê min de îfade da'   Bêrîvan, destnîşan kir ku di binçavkirinan de ji min re digotin îtirafan bike û rizgar bibe û wiha dom kir: "Ji min re digotin îtîrafa bike ji ber ku tu endama rêxistinê ye. Ji ber ku li herêma ma şereke taybet tê meşandin ev tişt di rû û çavên wan kesan de xuya dikir. Şahîdê veşarî a bi navê Rizgar der barê min de îfade dabû."   'Em tu carî rastiya xwe înkar nakin'   Bêrîvan, da zanîn ku 20 sal in dixebite û wiha bi lêv kir: "Ev 20 sal in ez nava xebatên partiya siyasî de cih digirim. Bi aktîf dixebitim. Ez ji bo jinan dixebitim û partiya me jî xebatên bi vî rengî dide meşandin. Nasnameya me ya siyasî heye. Em tu carî wan tiştan înkar nakin çend ev tişt li hemberî me wekî delîl bên nîşandan jî."   'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'    Bêrîvan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dixwazin bi wan nêzîkatiyan me ji siyaset û partiyê dûr bixin. Bi awayek kêyfî em tên binçavkirin û girtin. Lê belê divê baş bê zanîn ku em tu carî dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Nikaribin vîna me binpê bikin.”