TAJÊ: Newroz cejna azadî û berxwedane ye 2020-03-21 16:10:04 ŞENGAL - TAJÊ bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da û got: "Cejna Newrozê bibe Azadiya Rêber Apo, bibe azadiya tevahiyê jinên Êzidî ku ketine destê çeteyan."   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneye Cejna Newrozê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Cejna Newrozê ya sala 2020'an dê bibe wesîleya yekitiya gelan.    TAJÊ, di daxuyaniya nivîskî de wiha got: "Agirê berxwedanê ku bi destê Kawayê Hesinkar hatî pêxistin û bi Mazlûm Dogan û Zekiya, Rehşan, Bêrîvan û Ronahiyan hat geşkirin û berdewam kir. Îro li çar aliyen Kurdistanê û tevahî cîhanê bûn sembola berxwedan û azadiyê.   Newroz ji bo Gelê Kurd û tevahî gelên bindest roja serhildan û tekoşîna li dijî zilmê û bê edalatiyê ye. Newroz cejna gelan e, berxwedana ji bo azadî û wekheviyê ye. Di dîrokê de gelên bindest ji bo hebûn û azadiya xwe tekoşîn dane û bedelên mezin dane. Bexwedana Kawayê Hesinkar li dijî Dehaq bi serket û agirê Newrozê geş bû.   Îro jî berxwedana gel li dijî Dehaqê mezin ên faşîst bi ser keve û agir dê geş bibe. Pêwîste gelê azadîxwez ji bo azad bijî tekoşîna xwe berdewam bike. Bi taybet jinên ku li azadiya xwe digerin pêwîste Agirê ku Zekiya, Rehşan, Bêrîvan û Ronahî pêxistî geş bikin û jiyanê ronî bikin, tekoşînê mezin bikin. Îro li çiya, deşt, gund û bajaran agirê azadiyê geş bikin. Bi meşaleya azadiyê û ruhê Newrozê gel ber bi serkeftinê ve diçe.    Em wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şehîden Newrozê yên berxwedêr ku bi cane xwe agire Newrozê geş kirin bi bîrtînin. Newroza 2020'an di serî de li Rêber Apo, şehîdên tekoşîna azadiyê, jinên pêşeng û gelê berxwedêr û azadîxwez pîroz dikin. Em bi hêviya ku ev cejin bibe cejna yakitiya gelan.   Ev Cejna Newrozê bibe Azadiya Rêber Apo, bibe azadiya tevahiyê jinên Êzidî ku ketine destê çeteyan. Em dibejin Cejna Newrozê li tevahî civaka Êzidî ya her aliyên Kurdistanê pîroz be."