Tedbîrên wezaretê yên vîrûsê HDP’iyan nehewand 2020-03-21 12:17:47   MÊRDÎN - Li gel ku Wezareta Dadê di çarçoveya tedbîrên vîrûsê de naqîlên di navbera girtîgehan de daye rawestandin jî Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû û Mûsa Alkan ji Mêrdînê sewqî Rihayê hatin kirin.    Di 29’ê sibatê de polîsan bi sedegirtina malên Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû û Hevserokê Berê yê HDP’a Mêrdînê Mûsa Alkan binçav kiribûn û di 6’ê adarê de her du jî hatibûn girtin. Di saetên êvarê de Perîhan û Mûsa ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Girtîgeha Tipa T a Rihayê hatin kirin. Balkêş e ev sewqkirin, piştî daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ku ragihandibû sewqkirinên girtîgehan heta 2 hefteyan hatine rawestandin, pêk hat.    Parêzerê Perîhan û MÛSA Erdal Kuzu, têkildarî mijarê axivî û bi pirsa ku gelo tedbîrên vîrûsa koronayê yên ji bo girtîgehan HDP’iyan nahewînin bertek nîşanî rewşê da. Kuzu, destnîşan kir ku sewqikirina divê pêvajoyê de tê wateya ku mafê jiyanê yên muwekilên wî nayê hesibandin û xwest ku tedbîrên vîrûsê bê cudahî ji hemû girtiyan re wekhev bên bicih.