Kongreya Star a Rojava Newroza gelan pîroz kir 2020-03-21 11:30:54   QAMIŞLO - Bi boneya cejina Newrozê Koordînasyona Kongreya Star a Rojava daxuyaniyek nivîskî da û Newroza tevahî Gelê Kurd pîroz kirin.   Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi boneya Newrozê daxuyaniyek nivîskî weşandin û diyar kirin ku Newroza 2020'an li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê netewa demokratîk pîroz dikin.   Daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star a Rojava wiha ye: ""Li ser navê Rêxistina Kongreya Star Newroza 2020'an li Gelê Kurd, tevahî gelên herêmê, malbatên şehîdan û jinan pîroz dikin. Di şexsê şehîd Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel û Sema Yuce yên ku soza xwe pêk anîn û ev roj weke roja bilind kirina têkoşîn û berxwedanê îlan kirin, ser vî esasî cejina ku bi hezarê sala tê pîroz kirin bi agirê bedenê xwe yê pîroz gurtir kirin.   Newroz roja bilind kirina têkoşîna beramberî faşîzîm, desthilatdarî, zilim û zordariyê ye. Gelên herêmê bi pêşengtiya jinana tucarî li hember êrîşên ku dihat ser herêmê serî netewandin û her meşaleya têkoşînê bilind kirin. Sersala kurdî roja têkbirina tarîtî û êşê, bi rojhilata roja 21'ê Adarê bi hêviya ku Newroza 2020'an bibe wesîleya yekitiya gelên herêmê û têkbirina faşîzim, dagirkerî û rizgarkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî.   Di şert û mercên îsal dibe ku em nikaribin bi girseyî bi cil û bergên xwe ya gelerî bi hev re pîroz bikin, lê wê her mal, kolan û gund bibe qadên Newrozê. Careke din em Newrozê li Rêber Apo û tevahî gelên netewa demokratîk pîroz dikin."