Agirê Newrozê li seranserî Kurdistanê geş bibe 2020-03-21 09:54:56   Ferîda Zada   ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku tevlî şahiya Newrozê bûne axivîn û gotin: "Em ji ber vîrûsa Korona yê nikarin cejina xwe pîroz bikin, lê em di rih de newrozê xwe dijîn."   Ji ber vîrûsa Korona şahiya cejina Newrozê hatin betal kirin, lê Gelê Kurd li ber deriyên malên xwe û bi komên biçûk agirê Newrozê geş kirin û Newroz li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê pîroz kirin. Li Şehbayê şêniyên Efrîn û Şehbayê agirê Newrozê pêxistin û bi coşek mezin xêrhatina Newrozê kirin. Bi boneya cejina Newrozê Meclîsa navçeya Til Rifetê qada şehîdan li cihê komkujiya Til Rifetê navên şehîdên komkujiyê hatin nivîsandin û tîmsalek zarokek kew di destê wî de hat çêkirin. Di derbarê cejina Newrozê jinên Efrînê hêstên xwe parvekirin.   'Newroz li Rêber Apo û pakrewanan pîroz be'   Newroz Xelîl cejina Newrozê Gelê Kurd pîroz kir û wiha domand: "Em cejina Newrozê di serî de Rêber Apo û pakrewanên azadiyê pîroz dikin. Em ji Efrînê koçber bûn, dewleta tirk li Til Rifetê komkujî pêk anî û zarokên bê sûc hatin qetîlkirin. Bi boneya Newrozê em hatin Til Rifetê û em zarokên xwe bibîr tînin û didin jiyan kirin. Em ji ber vîrûsa Korona yê nikarin cejina xwe pîroz bikin, lê em di rih de newrozê xwe dijîn."   ‘Ji bo parastina gel şahiya Newrozê hat îptal kirin'î   Emîne Mûsa jî şehîdên komkujiya Til Rifetê bi bîr anî û wiha pê de çû: "Em hemû şehîdan û pakrewanên komkujiya Til Rifetê bi bîr tînin. Newroz di dilê her kurdekî de ye, me ji bo parastina gelê xwe şahiya Newrozê îptal kir. Em ê bi rihê Newrozê vegerin Efrînê, agirê Newrozê bi rihê berxwedaniyê li seranserî Kurdistanê em ê geş bikin.” Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.