'Em ê bi ruhê Newrozê berxwedan û têkoşîna xwe mezin bikin' 2020-03-21 09:39:29   Sara Şêx Hesen    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn, bi hatina Newrozê nêrîna xwe anîn ziman û gotin: "Gelê Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn benda vegera Efrînê ne ji bo ku careke din agirê Newrozê li Efrînê geş bikin."   Newroz mizginiya biharê ye, bi rihê Rehşan, Ronahî, Berîvan û Mazluman rihê Newrozê geş dibe. Di 21'ê Adara roja Newrozê bi mîlyonan kurd dadikevin qadan û vê rojê pêşwazî dikin. Îsal jî ji ber vîrûsa Korona yê newroz nayê pîrozkirin, lê Gelê Kurd rihê berxwedanê mezin dikin. Bi rasthatina roja Newrozê jinên Efrînê nêrîna xwe parve kirin.    'Newroz dîroka kevnar a Gelê Kurd e'   Berdevka Kongreya Star a kampa Berxwedan, Erîfe Bîlal cejina Newrozê li tevahî Gelê Kurd pîroz kir û wiha domand: "Em bi hatina cejina Newrozê gelek şad in. Em vê Newrozê li Rêber Apo û tevahî Gelê Kurd pîroz dikin. Me li ser axa xwe Newroz bi rengek geştir pîroz dikir, jin bi reng û cilên xwe yên folklorî tevlî cejina Newrozê dibûn. Şeva Newrozê me çiyayên Efrînê bi navê Rêber Apo û Efrînê bi agir dixemiland. Rojên Efrînê anîna ziman pir giran e, lê piştî Efrîn hat dagirkirin nema Newroz li Efrînê tê pîrozkirin. Gelê Efrînê yên ku li Şehbayê dijîn benda vegera Efrînê ne ji bo ku careke din agirê Newrozê li Efrînê geş bikin."   'Em ê bi rihê Newrozê berxwedana xwe mezin bikin'    Jina bi navê Dilşan Mihemed diyar kir ku ew ê bi rihê Kawayê Hesinkar Newrozê pîroz bikin û wiha pê de çû: "Em îsal ji ber vîrûsa Koronayê nikarin cejina Newrozê pîroz bikin. Dibe ku em Newrozê bi girseyî pîroz nakin bes em ê bi rihê Newrozê berxwedana xwe mezin bikin. Em bi hêvî ne sala bê Newrozê xwe li ser axa xwe pîroz bikin. Di vê roja pîroz de azadî û aşitî derdikeve pêş û divê em ji bo aşitî û azadiyê her têbikoşin."   'Bi cil û bergên xwe dadiketin qadan'    Jina bi navê Fîdan Mihemed jî hestê xwe wiha anî ziman: "Newroz ji bo Gelê Kurd rojek bi wate û pîroz e. Ruxmê hemû zehmetiyan em dev ji azadiya xwe bernadin û qêrîna azadiyêji cîhanê re bilind dikin. Bi saya berxwedan û têkoşînê bi mîlyonan Gelê Kurd rabûn serhildanê. Em her sal bi cil û bergên foklorî ku nasnameya me dide nîşandan dadiketin qadan. Em ê her rihê berxwedan û têkoşînê mezin bikin."