Penaber di navbera dû sînoran de asê man: Vîrûsa korona jî belav dibe 2020-03-21 09:31:23   ENQERE - Ji Tora Parastina Jinê Sezen Ozkan ya ji bo piştevaniya penaberan, çû deriyê sînor ê Pazarkuleyê, diyar kir ku mirov bi destê dewletê hatine mexdûrkirin û got: “Vîrûsa korona bi lez belav dibe. Mirov xwe îzole dikin lê sînor nayên fikirîn. Ev sûcê mirovahiyê ye.”   Di 28’ê Sibatê de li bajarê Idlib a Sûriyeyê 34 leşker jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê Tirkiye ji bo penaberan bişîne Ewropayê deriyê sînor vekir. Li ser vê penaberan berê xwe dan Egeyê û deriyê sînor yê Pazarkule ya Edîrneyê. Penaberan bi pêkanînên dijmirovahî re hatin rû hev. Tora Parastina Jinan bi armanca piştevaniya penaberan kampanya ‘Piştevaniya jinê dide jiyîn’ da destpêkirin û çû deriyê sînor. Ji Tora Parastina Jinê Sezen Ozkan ya ji bo piştevaniya penaberan, çû deriyê sînor yê Pazarkuleyê der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.    'Penaber hatin mexdûrkirin'    Sezenê got ji bo pêdiviyên jin û zarokan kampanya dane destpêkirin û got: “Me li Tirkiyeyê bangek kir. Rastiya gelekî ku hatiye mexdûrkirin heye. Penaber bi destê dewletê hatin mexdûrkirin û çûn herêmên sînor. Me bexş kom kir û bi vê me pêdiviyên jin û zarokan girtin. Me hewl da em dermanên penaberên ên nexweş bigirin. Em bi Odeya Tabîban a Edîrneyê çûn deriyê sînor yê Pazarkuleyê.”   ‘Maseyên krîzê nehatine avakirin’   Sezenê daxuyakirin ku navendeke krîzê ya bi penaberan re eleqeder bibe jî nehatiye avakirin û got: “Navendek krîzê tune û maseyeku hewcedariya penaberan peyda bikin jî nehatiye avakirin. Hinekan ji naylonan kon vedane. Der barê tenduristiya wan de tu tedbîr tune. Hemû nexweşî ber derî ne. Pergalek nehatiye avakirin. Jin û mirovên li wir di derdê derbasbûnê û canê xwe de ne.”   ‘Alîkarî nayên kirin’   Sezenê destnîşan kir ku sedema çûyîna penaberan a deriyê sînor, daxuyaniyên serokomar Tayyîp Erdogan bû û wiha pê de çû: “Ji ber pirsgirêkên aborî, malbatên ku zarokên xwe girtine û çûne sînor hene. Penaber li gundên nêzî çemê Merîç û deriyê Pazarkuleyê hatine cem hev. Dema em çûn penaber zêde qerebalix nebûn. Bi şev kom dibûn û botan hewl didan derbas bibin. Hinek penaberên derbas bibûn û ji aliyê leşkerên Yewnan ve rastî tûndiyê hatibûn û şûnde hatibûn vegerandin jî hebûn. Jinên nû welidîbûn hebûn. Lê me xwe negîhand wan. Jinên ducanî û gelek zarok li vir hebûn. Ji bo mirovan divê di saetên diyarkirî de xwarin bihata belavkirin lê tu alîkarî me nedît.”   ‘Ev sûcê mirovahiyê ya herî mezin e’   Sezenê balkişand ser vîrusa korona û got li sînor tu tedbîr nehatine girtin û mirov ji nedîtîve tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Negirtina tedbîrê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Mirov xwe îzole dikin û sînor nayên fikirî. Ev sûcê herî mezin yê mirovahiyê ye. Bi tu awayî rêxistinê tenduristiyê, yên navneteweyî nikarin ji nedîtîve bên. Divê demildest tedbîr bên girtin.”