'Em ê li dijî desthilatdariyê berxwedana xwe mezin bikin' 2020-03-21 09:10:49   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Bi rasthatina roja 21'ê Adarê, jinên Dêrîkê nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Bi hêviya ku Newroza 2020'an bibe Newroza serkeftin û aramiyê."   Her gel û netew xwediyê rojên taybet cejn, şîn û şahîyan e. Heyva Adarê ku jê re heyva Newrozê tê gotin, ji bo Gelê Kurd heyvek bi salvegera rojên şîn û şahiyan e. Gelek rojên girîng di adarê de hene yek ji wan jî roja 21'ê Adarê ya Newrozê ye. Newroz cejina Gelê Kurd ya neteweyî ye, ev roj ji bo gelê Kurd roja serxwebûn û azadîyê ye. Ji ber wê yekê  di rojên bindestîyê de Newroz, têkoşîna rizgariyê û serhildanê bîra Gelê Kurd tîne. Têkîldarî mijarê jinên bajarê Dêrikê nêrînên xwe anîn ziman.   'Em ê li dijî desthilatdariyê berxwedana xwe mezin bikin'   Jina bi navê Rûha Ehmed Newroza tevahî Gelê Kurd pîroz kir û got: "Ez Newroza îsal li tevahî Gelê Kurd pîroz dikim. Di meha adarê de gelek bûyerên şîn û şahî tên jiyîn. Îsal ji ber Vîrûsa Korona em nikarin şahiya xwe pîroz bikin, lê em ê her dem berxwedana xwe mezin bikin û li dijî desthilatdarî û faşîzmê agirê xwe yê Newrozê geş bikin."   'Em ê her dem û her Newroz li ser piyan bin'   Jina bi navê Eyşe Nadir jî ji bo Newrozê hêstên xwe wiha anî ziman: "Ez Newroza îsal li Rêber Apo û tevahî Gelê Kurd pîroz dikim. Em êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka xwe şermezar dikin, ku bi hezaran kes hatin qetîlkirin û neçarî koçberiyê hatin. Em bi hêvî ne ku sala were hemû kes vegere li ser axa xwe û bi aramî di welatê xwe de bijî. Her dem û her newroz em ê li ser piya bin da ku em bigihêjin azadiya welat."