Hilwa Xelef: Ji axa min pîroztir cih tune ye 2020-03-21 09:07:57   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Hilwa Xelef a ji gundê Um El-Kêfê  dema ku dewleta tirk gund topbaran dike qezaya tirafîkê derbas dike, lingê wê diêşe û êdî nikare li ser bimeşe. Hilwayê got: "Ez li cîhanê tevahî bigerim, ji ax û mala xwe rûmetir û pîroztir nabînim."   Yek ji gundên ku li hember êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ber xwe dide û gundê Um El-Kêf e. Ji ber êrîşên dewleta tirk di her qozîk, kolan û malê de serpêhatiyek çêbûye û dîrok jî kiryarên dewleta tirk  dinivîse.   Hilwa Xelef a beriya du heyvan bavê wê ji ber êrîşên dewleta tirk jiyana xwe ji dest da,  beriya çend rojan jî ji ber topbarana ser gund dema ku dixwaze xwe û zarokên xwe bighîne çemê Xabûr bi motoskilêtê qeza dike û lingê wê diêşe û nikare wekî berê ser bimeşe.   'Di kêliyên topbaranê de bi motoskilêtê qeza kir'   Hilwayê bûyera ku qewimiye wiha vedibêje: "Dema ku topbaran çêbû min zarokên xwe kom kirin û xwest ku em bighêjin çemê Xabûrê li wir bisekinin heya ku topbaran radiweste. Min zarokên xwe bi motosiklêtekê şand û ez bi motoskilêteke din ku zarokekî diajot siwar bûm. Ji barana zêde ku erdê tevahî bûbû herî zarok qeza kir, rewşa wî baş bû lê çonga min a rastê zêde êşiya û goştê wê rabû û niha ez nikarim li ser bimeşim."   'Nikarim wekî berê bimeşim'   Hilwayê wiha dom kir: "Pitşî ku me qeza kir, min êş tehemûl nekir ji ber wê ez çûm nexweşxaneyê û ji min re derman kirin, piştî çend saetan dîsa ez çûm dermanxaneyê û ji min re derman nivîsandin û dan min. Ez zehmetiyan dikşînim û nikarim wekî berê li ser bimeşim."   'Bi şîrê çêlekê debara xwe dikin'   Hilwayê got ku çêlekê xwedî dike û wiha pê de çû:"Çêlekek min heye, ez her roj wê didoşim û şîrê wê ji zarokan re dikim mast û yê zêde jî dibim firoşgeha Til Temirê difroşim da ku pê aboriya xwe îdare bikim."   'Em di rewşên pir zehmet re derbas dibin'    Hilwayê da zanîn ku di rewşeke pir zehmet de dijîn û wiha dewam kir: "Duh piştî topbaranê di saetên êvarî de em hatin mal, zarokên min birçî raketin û em ji serma dilerizîn. Mirovên gund her dihizirin ku çawa lawirên xwe ku ew jî parçeyek ji jiyana wan e biparêzin."   'Li cîhanê tevahî bigerim ji mal û axa xwe bi rûmetir nabînim'   Hilwayê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di navbera me û dewleta tirk û çeteyan de 1 km heye, rojan e gund topbaran dikin û elektirîkê qut dikin. Em li cîhanê tevahî jî bigerin ji mal û axa xwe bi rûmetir nabînin. Em dixwazin tirk û çete ji vir derkevin ku em bikaribin vegerin jiyana xwe ya normal a bê tirs û aram."