Malên gel bû qadên Newrozê: Agirê Newrozê hat pêxistin 2020-03-20 22:57:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza ku her sal li qadan ji hêla bi milyonan kesan ve dihat pîroz kirin isal ji ber vîrûsa korona qad vala bûn lê belê her mal û kolan bûn qadên Newrozê. Li kolanan agirê Newrozê hatin pêxistin û li navçe û bajaran deng û kilamên jinan bilind bû.    Ji ber vîrûsa koronayê pîrozbahiyên Newroza îsal hatin betalkirin. Lê demek dirêj bû ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser medyaya civakê kampanya ‘Newroz li her derê ye’ da destpêkirin. Îşev bi hezaran kes di 20.20’an de derketin şaneşîn û paçeyan bi tilîlî, çepik û staranên xwe Newroz pîroz kirin. Her wiha li gelek kolanan jî agirê Newrozê hatin pêxistin, fişekên hewayî li kuçe û kolanan hatin teqandin, welatiyan lambeyên malên xwe vemirandin û pêxistin.   Li Amedê bi erbaneyan pîrozbahî    Li Amed û navçeyên Amedê di heman saetê de welatî derketin şaneşîn û paceyan û bi dirûş, tilîlî, stran û erbaneyan Newroz pîroz kirin.  Li navçeyên Peyas û Rezanê di pîrozbahiyan de dîmenên bi reng û çoş derketin holê. Jinên Amedê bi cil û bergên xwe yên herêmî li ser şaneşînan de li gel stranan erbane lê xistin. Her wiha gelek cihê jî welatî li pace û şaneşînan de meşale pêxistin û bi telefonên xwe dedora xwe ronî kirin. Her wiha li gelek kolanan jî agirê Newrozê hatin pêxistin. Bi coş û kelecaneke mezin Newroz li Amedê hat pêşwazikirin.    Li kolan û navçeyên Şirnexê Newroz hat pîrozkirin   Li Şirnex û navçeyên wê li hemû tax û kûçeyan agirê Newrozê hate geşkirin.  Li taxên Nur û Cudiyê yên navçeya Cizîrê agirê Newrozê bi fîşengên hewayî, tilîlî û çepikan hat pêxistin.  Agirê Newrozê ku li taxan hat pêxistin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û agir ji aliyê komên îtfaiye ve hat vemirandin. Li Cizîrê li noqteyên cuda agirê ku hatiye pêxistin pîrozbahî hatin lidarxistin.  Her wiha li taxên Cizîrê ciwanan bi çepik, fîk û nîşandana serkeftinê meşiyan. Kesên ku di maşîneyên xwede jî bi serkeftina nîşane û lêdana korneyan piştgiriyê dan. Li taxa Nurê jî polîsan tehemûl li pîrozbahiya newrozê nekir û bi anonsan xwest ku  hemû kes bikevin malên xwe.   Li Êlihê agirê Newrozê geş bû   Ji saetên 20:20'an de li  taxên  Çandê û Kotikê  bi dehan kes bi erbaneyên xwe daketin şaneşîn, pace û baxçeyên xwe bi dirûşmeyên " Bijî Serok Apo" Newroz pîrozkirin. Di heman demî de li navçeya  Hezoyê jî gel  agirê Newrozê pêxist û derdora agir govend girt.   Li Sêrt û Wanê deng û klamên jinan bilind bû    Li navenda Sêrtê jî jin daketin şaneşînan û pi pêxistina agir Newroz pîrozkirin. Stran gotin dirûşm berz kirin. Her wiha li herêma Serhedê jî tax, navçe û kolan bi agirê Newrozê reng dan. Li Wanê taxên Tokî û Kurubaşê jî gel li ser giran agirê Newrozê pêxistin. Li navenda Wanê jî kolan bi tililî û klamên jinan deng vedan. Her wiha li baxçeyê avahiya HDP'ê bi tevlîbûna parlementerê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisac ciwanên Meclîsa HDP'ê  li baxçeyê HDP'ê agirê Newrozê hat pêxistin lê polîsan xwest pîrozbahiyê asteng bike lê dîsa jî ciwanan Newroza xwe pîroz kirin. Her wiha li navçeya Panos a Agiriyê li gelek tax û gundan agirê Newrozê hat pêxistin. Li gundê Kizkapan ê Panosê ciwan hatin cem hev du û agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan xwe di ser agir re çeng kir û fîşekên hewayî teqandin.    Li gund û taxên Mêrdînê agirê Newrozê...   Li kolan,navçe û  gundên Mêrdînê  Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahiyên ku li Dêrik, Nisêbîn, Stewrê û Qoserê  de hate girtin, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû. Li Nisêbînê, agirê Newrozê li gelek tax û gundan hate pêxistin.  Her wiha jinên ku xwestin Newrozê pîroz bikîn ji aliyê polîsan astengkirin. Lê li tevî hemû astengiyan jinan dev ji govenda Newrozê berneda.    Li Edenê ciwan agirê Newrozê pêxistin   Newroz bi pêşengtiya ciwan û jinan  ciwanan  de li taxên Daglioglu, Gulbahçe, Şakîrpaşa, Denîzlî, Kucukdikîlî, Barbaros, Hûrrîyet, Gûlpinar û Kîremîthane agirê Newrozê pêxistin.  Agirbarên ku di şevê de hatin pêxistin taritî ronî kirin. Ciwan tim û tim bi qîrîna "Biji Newroz. Bijî newroz" birêzkirin.    Li Stenbolê li şaneşînan pîrozbahî   Ji ber vîrûsa koronayê Newroza îsal hate betalkirin   bi dirûşma "Ji bo dad, demokrasî, azadî" hat pîroz kirin. Ji ber betalkirina pîrozbahiya girseyî  li Stenbolê  bi daketina şanîşeyan gel newroz pîroz kir. Gelek  ji  navçeyên Stenbolê,  Ûmraniye, Esenyurt, Kartal, Çekmekkoy, Beyoglu, Bagcılar, Fatîh, Beykoz, Newroz hat pîrozkirin. Mirovên ku li komên piçûk pêk hatin li navçeya Kartal derketin li ser balkonan û li dora agirê Newrozê govend girtin.