Pena Kurd 21’ê Adarê Pîroz kir 2020-03-20 19:39:11   NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda PEN a Kurd bi boneya 21’ê Adarê Roja Newrozê metna pîrozbahiyê li ser malpera xwe parve kir.   Bi munasebata 21’ê Adarê Roja Newrozê Navenda PENa Kurd ku endamê PENa Navneteweyî ye li ser malpera xwe ya internetê metna pîrozbahiya Newrozê parve kir.  Di metnê de hat gotin ji destpêka avabûna xwe û vir ve Navenda PENa Kurd her tim hewl daye û niha jî hewl dide ku ziman û wêjeya kurdî biparêze, bi pêş bixe û bide nasandin. Bi boneya Newrozê, roja vejîn û nûbûnê, em jî sozê ku me daye xwe û gelê xwe dubare dikin û dibêjin; em ê ji berê zêdetir hewl bidin ku li tevahiya Kuristanê kurdî bibe zimanê fermî.   Di berdewamiya metnê de wiha hat gotin:   “Bi hêviya ku agirê Newrozê li tevahiya Kurdistanê û di dilê hemû kurdan de her û her geş be; bi hêviya ku ev roja ku mizgîniya rojên xweş û biharê ye fêkiya pîroz a yekîtiyê bi me bide tamkirin; bi hêviya ku hêviyên serkeftinê û azadiyê her şên bin, cejna me ya Newrozê li me pîroz be…   Ji destpêka avabûna xwe û vir ve Navenda PENa Kurd her tim hewl daye û niha jî hewl dide ku ziman û wêjeya kurdî biparêze, bi pêş bixe û bide nasandin. Bi boneya Newrozê, roja vejîn û nûbûnê, em jî sozê ku me daye xwe û gelê xwe dubare dikin û dibêjin; em ê ji berê zêdetir hewl bidin ku li tevahiya Kuristanê kurdî bibe zimanê fermî; em ê ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bêhtir hewl bidin; heta ji dest me were, di qada neteweyî û navneteweyî de, em ê rê li pêşiya xebatên nivîskariyê û rewşenbîriyê vekin û dawîdariya mafên rewşenbîr, nivîskar, hunermend û rojnamegeran bikin…”