Kesekê ku tacîzî zarokekê kir hat binçavkirin 2020-03-20 16:57:38   MÊRDÎN - Li Qoserê kesê bi navê S.A. bi sûcdariya tacîzî zarokekê kiriye hat binçavkirin    Li navçeya Qoser a Mêrdînê, zilamê 50 salî S.A. bi sûcdariya tacîzî zarokekê kiriye hat binçavkirin. Piştî ku zarokê ji malbata xwe re got, bûyer derket holê. Dûre malbata zarokê çû kargeha S.A. û nîqaş di navbera wan de derket. Nîqaş mezin bû. Polîs li ser vê yekê hatin cihê bûyer û S.A. binçav kirin.