Ebrû Gunay: Em agirê Newrozê bê xwedî nahêlin 2020-03-20 13:10:58 AMED - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bang li gel kir ku saet di 20:20'an de li şaneşîn û paceyan  Newroz were pîrozkirin û diyar kir ku divê her cihî bikin qadên Newrozê. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û parlamentera Mêrdînê ya Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya partiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Gelek têkildarên çapemeniyê tevlî bûn. Her wiha di eywanê de gelek maske, lepik û dezenfektan bal kişandin. 'Em agirê Newrozê bê xwedî nahêlin' Ebrû di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser berxwedana Newrozê û diyar kir ku Nisêbîn, Şirnex û Sûr rihê berxwedanê nîşan dide. Ebrû wiha dirêjahî da axaftina xwe: " Ronahî di rojên dijwar û zor de derbas dibe. Elema vîrûsa Koronayê li hemû cîhanê li ser welat û mirovan bandora xwe nîşan dike. Divê em jî civaka xwe biparêzin û li ber xwe bidin. 'Her der Newroz' Ebrû di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser 21'ê Adarê cejna Newrozê û diyar kir ku bila îşev hemû gel bêjin ji bo me 'Her der Newroz' û wiha got: "Sibehê ji bo gelê Rojhilata Navîn rojeke pir bi girîng e. Sibehê roja berxwedan û roja ronahiyê ye. Lê mixabin em bi girseyî nikarin werin li gel hev. Lê em agirê Newrozê bê xwedî nahêlin. Em ê dîsa agirê Newrozê geş bikin û bêjin ji bo me 'Her der Newroz e' îşev em dora rihê Newrozê saet 20:20'an de li mala xwe, li şaneşîn û paceyên xwe  Newrozê bi stranan, agir û fenerên telefona xwe pîroz bikin û dubare bêjin ji bo me 'Her der Newroz e'. "