Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê biryara betalkirina Newrozê ragihand 2020-03-20 13:03:55   ŞEHBA - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ji ber vîrûsa Korona Newroz betal kirine.    Ji ber belavbûna Vîrûsa Korona li tevahî cîhanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Efrînê ji bo parastina gelê ku li Şehbayê dimîne bi rêya daxuyaniyekê nivîskî biryara betalkirina şahiya Newrozê dan.   Daxuyanî wiha ye:   "Gelê kurd li tevahî cîhanê pêşwaziya cejna Newrozê nîşaneya berxwedan û azadiyê dikin. Bi vê boneyê em cejina Newrozê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û malbatên şehîdan, li Gelê Kurd û bi taybet li gelê me yê ku li Şehba û di kampên koçberiyê de dimînin, pîroz dikin û dibêjin Newroza têkoşîn û berxwedan a sembola pêkanîna serkeftinê ye.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi vê boneyê û li gorî rewşa cîhanî lêborîna xwe ji gel xwest û dest nîşan kir ku ji ber derfetên vejînkirina vê boneyê bi awayekî karnevalî bi mebesta parastina tendurstiya gelê xwe û ji ber sedema belavbûna pandemiya vîrûsa Korona ya ku aramiya cîhanê xistiye bin xeteriyek mezin de, lê em soz didin gelê xwe ku di derfeta yekemîn de, piştî derbaskirina vê aloziyê heyî, em ê Newroza xwe zindî bikin.”