KCD: Bila Newroza bûye meşaleya berxwedanê ji bo hemû gelan azadiyê bîne 2020-03-20 12:57:54   AMED - KCD’ê bi boneya 21’ê Adarê Newrozê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin civaka Kurd a ku bi rêxistinkirinê Yekîtiya xwe ya Netewî ava kiriye bi gelên din re dikare ji krîzên hatine afirandin re bibe çareserî û alternatîfên sereke.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê 21’ê Adarê Newrozê de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê dehat ragihandin di pêvajoyeke wisa de ku agirê berxwedanê ji hêla Kawayên Hemdem Mazlûman û hevpiştên wan ve hatiye vêxistin em dikevin Newroza 2020’an. Di vê Newrozê de jî tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye li dijî brêz Ocalan tê şidandin û bi israr tê xwestin ku bê berdewamkirin.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   “Em di pêvajoyek ku li cîhanê hemû tişt serobino dibe, hêzên statuko derbeyên mezin dixwin, risk û îmkanên ku di heman bingehê de jiyanî dibin û guherînên mezin ku xwe ferz dikin re derbas dibin.   Di serî de pergala modern a cîhanê, şerên hegemon, bi penaberbûnê, koçberkirinê, zad, av û tenduristiya ku hatiye metakirin krîzên tenduristiyê pêş dixe û dixwaze kaos, antidemokratikbûn, otorîter û totaliteriya ku ava kiriye înşa bike û ji bo vê di nava lêgerînê de ye.   Ev pêvajo, ji bo gelê Kurd û ji bo bindestan ji hemû deman bêhtir nîşaneyê pê dixe ku hê bêhtir nêzî azadiyê ne. Civaka Kurd a ku bi rêxistinkirinê Yekîtiya xwe ya Netewî ava kiriye bi gelên din re dikare ji krîzên hatine afirandin re bibe çareserî û alternatîfên sereke. Di pêvajoyeke wisa de ku agirê berxwedanê ji hêla Kawayên Hemdem Mazlûman û hevpiştên wan ve hatiye vêxistin em dikevin Newroza 2020’an. Di vê Newrozê de jî tecrîda ku sûcê mirovahiyê ye li dijî brêz Ocalan tê şidandin û bi israr tê xwestin ku bê berdewamkirin.   Ji hêla din ve jî bi awayekî xemgînî em dixwazin îfade bikin ku ji ber rîska tenduristî ya vîrusa Covîd19 a ku cîhan dorpêçkiriye me biryar girt ku em û saziyên xwe Newroza 2020’an bi girseyî pîroz nekin. Li hemberî gefa vîrusa ku jiyana gelê me û ya hemû cîhanê dixe xetereyê divê herkes bi berpirsiyarî tev bigere. Ji bo tenduristiya civakê ya herî rast ew e ku herkes li kolan û qadên xwe Newrozê pîroz bike. Hêvî û bendewariya me ew e ku mirovên zanist bi sinca zanistî û di encama xebatên zanistî de vê vîrusê demek ji ya din zûtir bigirin bin kontrolê.   Em jî wekî Kongreya Civaka Demokratîk difikirin ku şert û merca esasî ya civaka bi tendurist hevsengê civaka bi rêxistinkiriye. Em careke din îfade dikin ku bi hêviya cîhanek bi tendurist, rakirina tecrîdê, çareserî û aşitî li seranserê cîhanê serwer bibe; Em di serî de cejna Newrozê ya gelê Kurd û ya hemû Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em niyaz dikin ku Newroza bûye meşaleya buharê, berxwedan û azadiyê ji bo hemû gelan aşitî, biratî, wekhevî û azadiyê bîne.”