Çalakvanên TJA yê: Bila jin agirê Newrozê bi berxwedana xwe geştir bikin 2020-03-20 09:40:39   Medya Uren   AMED - Çalakvanên TJA’yê da zanîn ku Newroz roja berxwedan û serhildanê ye û gotin: "Em bang li jinan dikin ku îro di saet 20.20’an de li şaneşînê xwe Newroza xwe pîroz bikin. Heta roja me ya îro bi hezaran Kawayên hemdem serî rakirin. Em ê agirê Newrozê dê li dijî tecrîdê geş bikin."    Pîrozbahiyên Newroza ku ji bo Kurdan roja vejîn û nujeniyê ye ji ber sedema nexweşiya koronoyê ya ku cîhanê xistiye bin bandora xwe hat betalkirin. Partiya Demokratîk a Gelan a (HDP) ji bo pîrozbahiyan hîn vebijêrkên pêşkêş kirin. Dê îro di saet 20.20’an de hemû deveran kurd bi cilên xwe yên gelerî dê li balkonan xwe fener, meşale, heste,gulupên telefonan pê bixin û Newrozê pêşwazî bikin. Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) gotin em banga tevlîbûna çalakiyê kirin. Çalekvanên TJA'yê Sumeye Gok, Ozlem Gunduz, Ceylan Aslan, Berîtan Onen tekîldarê pîrozbahiya Newrozê plansaziya xwe ji ajansa me re vegotin.     ‘Bi hezaran Kawayên hemdem serî hildan’   Sumeye Gok di axaftina xwe de qala dîroka Newrozê kir û got Newroz ji bo Kurdan ne tenê nîşaneya hatina biharê ye û wiha dom kir: “Ev roj roja têkçûna zilm û zilimkaran e. Di dîrokê de îro Kawayê Hesinkar li hemberî zilm û zordestiya Dehakan serî rakir û di dîrokê de nave xwe bi pêşengtiya serkeftina mezin re da nivîsandin. Bi hezaran salan ne ev agirê Newrozê bi Kawayên hemdem re geş dibe. Bi kuştina Dahaq re, Kawa agirê azadiyê pêdixe. Gelê ku ji zilma Dehaqan xwe sipartine çiyan piştî agirê azadiyê carek din vegeriyan bajarên xwe. Ev serhildan û serkeftin êdî bû nîşaneya şoreşê ya li hemberî zilmê. Êdî gel agirê serhidanê li hemberî dîktator û zaliman gur dikin. Îsal ji bi armanca pîrozbahiyê me beriya çend heftiyan xebatên xwe dan dest pê kirin. Em wekî TJA’yê di 8’ê Adarê de li qadan bûn. Hêz û vîna me a ku me di 8’ê Adarê de daye nîşandan bi Newrozê re were ba hev. Me xebatên berfireh dabûn dest pê kirin. Lê mixabin bi belavbûna nexweşiya koronoyê re ev çalakiyên me ji bo ewlehiya gel hat betalkirin. Lewra li şûna van çalakiyan me vebijêrkên din pêşkêş kir. Divê were zanîn ku tendirustiya gelê me ji bo me girîng e.”   'Li girtîgehan divê tedbîr bên girtin'    Sumeye diyar kir ku ji bo pîrozbahiya Newrozê pêwîst nake em li qadan girseyan ava bikin û kom bibin û wiha got: "Di van rewşan divê em ewlehiya xwe û ya gel biparêzin. Dîroka berxwedanê ya kurdan de Kawayê Hemdem Mazlum Dogan bi 3 libên çopên şixateyê Newrozê pîroz kir. Ango ev ji bo me mînaka herî mezin e. Newroz bi bedena Rehşenan re geş bû. Em ji di vê rojê de di 20.20’an de bi tilîlî, stran, agir, ronahiyê li ber deriyên xwe, li şaneşînê xwe pîroz bikin. Li gel vê yekê em bang dikin ku bêyî ku neçar bibin bila dernekevin û di malên xwe de bimînin. Bila ji derve girse neyên afirandin. Dive em hemû hasas nêz bibin. Li gel van yekan em bang li rayedaran dikin ku berê zindan bibin goristan dive tedbîr werin girtin ango girtî werin berdan.”   ‘Agirê newrozê wê li hember tecrîtê geş bibe’   Ozlem Gonduz da zanîn ku Newroz di serî de ji bo Gelê Kurd û hemû gelan roja serhildanê ye, lê berê ji ber sedam nexweşiyê pîrozbahî hatin betalkirin û wiha berdewam kir: “Kareseta nexweşiyê her ku diçe rewşek cidî digire ango metirsiyek mezin di nava cîhanê de ava kir. Me çiqas xebatên mezin ji bo pîrozbahiyê dabin meşandin jî ji bo ewlehiya gel wê çi baş be em ve dikin û û me biryara betal kirinê da. Ango ewlehiya gel û tenduristiya wan ji bo me di rêza yekem de ye. Her sal bi rojevên girîng re cejna vejînê tê pîroz kirin. Wekî sala borî bi grevên birçibûnê Newroz hat pêşwazîkirin. Bi serhildana Leylayê re bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyan bûn û agirê Newrozê pêxistin."    ‘Em ê agirê serhildanê mezin bikin’   Ceylan Aslan di got  Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Zekiye Alkan, Bedriye Taş (Ronahi) û Nilgün Yıldırım (Berivan)  bedenê xwe kirin meşaleya Newrozê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Sala borî çalavanên jin greva birçibûnê dan destpêkirin. Zekiye Alkan jî bi serhildana xwe re ji jinên kurd re rola şiyarbûn û berxwedanê nîşanda. Zekiye li ser Sûrên Amedê Newroz pêşwazî kir û em hatin asteke din. Ev çîrûsk heta roja îro bû bersiva jinên xwedî li jiyanê derdikevin. Çiqas Newroz bi girseyî neyê pîrozkirin jî em ê bi çalakiya xwe ya sembolîk Newroza xwe pîroz bikin."    ‘Di şoreşa me de wê tu Dehaq bi ser nekevin'    Berîtan Onen jî da zanîn ku şoreşa Kawa li Kurdistanê tim berdewame û wê bi Kawayên hemdem re her tim berdewam be û wiha berdewam kir: “Di vê şoreşê de wê bi tu awayî Dehaqên zilmkar nejîn. Em weke jinên Kurd em ê bi cilên xwe yên gelêrî li her qadê bi nexişînin û dakevin şaneşînan. Newroz cejina vejînê ye. Çiqas ji ber ewlehiyan em nikaribin bi girseyî pîrozbahiyan li dar bixin ji em ê li malên xwe reng bidin vê rojê.”