Li Şirnexê Maseya Krîzê hat avakirin 2020-03-19 19:42:31   ŞIRNEX - Li Şirnexê ji hêla Rêxistina HDP’ê ve Maseya Krîzê hat avakirin û banga hişyariyê kir û gotin: "Kesên ku pêdiviyên wan hebin dikarin xwe bighînin rêxistina me ya bajêr."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, li dijî vîrûsa koronayê Maseya Krîzê ava kir û banga xwe parastinê kir. HDP'ê Şirnexê di peyama xwe de wiha got: "Hemwelatiyên di grûba rîskê de ne (kal, ducanî, nexweşiyên dil ên kronîk, nexweşên pişikê yên kronîk û nexweşên norolojik) em ji wan hêvî dikin ku ji malên xwe dernekevin. Hemwelatiyên ku li jor me qala wan kir, dema pêdiviyeke wan çêbû û xwe bighînin rêxistina me ya bajêr. Rêxistina me ya bajêr wê li cem wan be û bi her awayî alîkariyê bide wan.”