Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara qedexeya derketina derve hat dayîn 2020-03-19 19:37:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo berjewendiya giştî û wek tedbîrek li dijî vîrûsa koronayê hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û biryara qedexeya derketina derve da.    Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û da zanîn ku di 23'yê adarê di saet 06.00'an de qedexeya derketina derve destpê dike.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber xeteriya vîrûsa korona li ser cîhan û herêmê, ji bo parastina silametiya şêniyan, em ji tevahiya şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin van tedbîran bînin cih;   * Qedexeya derketina derve li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sibeha roja duşemê 23`yê Adarê ve, di saet 6:00`ê sibehê de dest pê dike.   * Tevger û veguhestin di navbera rêveberiyên xweser û sivîl de û di navbera bajarên sereke de ji sibeha roja şemî 21`ê adara 2020`an de di saet 6:00`an sibehê de tê qedexekirin.   * Tevahiya xwaringeh, bazar, parkên giştî, iyadetên taybet, holên şahiyan û konên sersaxiyê tên girtin.   * Ji vê qedexeyê tevahiya nexweşxane, navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên  navneteweyî, xaça sor, heyva Sor, dermanxane, komînteyên pakkirinê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina madeyên xwarinê, erebeyên veguhestina madeyên xwarinê, şîrê zarokan, sahrîcên sotemenî têne istisnakirin.   * Divê şênî tedbîrên hatine bibîrxistin bînin cih û her muxalefeyek wê xwediyê wê rastî berpirsyariya qanûnî were."