Li Şehbayê hemleya dezefengtê despê kir 2020-03-19 17:05:39   ŞEHBA - Şaredariya herêma Efrînê ji bo vîrûsa korona li Kantona Şehbayê dest bi hemleya dezefengtê kirin.    Ji bo parastina gel ji vîrûsa koronayê şaredariya herêma Efrînê ligel derfetên kêm dest bi hemleya dezefengteyê kirin. Li Şehbayê hemû sazî tên dezefenktekirin. Ev hemle wê 10 rojan dom bike. Di derbarê hemleya ku hatiye despêkirin endama şaredariya Efrînê nêrînên xwe parvekir.   Endama Şaredariya Efrînê Fatma Ehmed li ser hemleya dezefengteyê axivî û wiha got: "Em wek şaredariya herêma Efrînê ji bo parastina gelê Efrîn û Şehbayê ji vîrûsa koronayê me dest bi hemleya dezefengtê kir. Di hemleya yekem de em ê hemû sazî û dezgehan dezefengte bikin. Dermana dezefengte ji kilor, av û hin madeyên dezefengteyê pêk tê. Em ji bo tendirustiya gelê xwe her amadene."