Saeta hevdîtina bi telefonê ya girtîgehan hat zêdekirin 2020-03-19 15:44:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Dadê ji ber Vîrusa Korona hevdîtina telefonê ya girtiyên nikare bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû bikin ji saetekê kir du saet.   Vîrusa Koronayê li her derê dinyayê her ku diçe belav dibe. Di serî de Îran li gelek welatî girtiyên di girtîgehan de hatin berdan lê li Tirkiyeyê hîn di vî warî de gavek nehatiye avêtin. Wekî tedbîr tenî hevdîtin ji bo 3 hefteyan hat qedexekirin.   Malbat û rêxistinên mafên mirovan derbarê vê de daxuyaniyan didin û dibêjin divê demildest girtiyên nexweş serbest bên berdan..   Wezareta Dadê ji ber Vîrusa Korona hevdîtina telefonê ya girtiyên nikare bi malbata xwe re hevdîtina rû bi rû bikin ji saetekê kir du saet   Derbarê vê biryarê de ji bo agahiyê bigire xizmê girtiyekî li Girtîgeha Girtî ya T ya Patnosê bi girtiyê xizmê xwe hevdîtina bi telefonê pêk anî û girtiyê li Girtîgeha Girtî ya T ya Patnosê diyar kir ku derbarê vê mijarê de hîn tu xehat nehatiye kirin.