Rêyên 6 gundên Erxeneyê ji ber şiliya zêde hatin girtin 2020-03-19 10:44:25   AMED - Li Erxenê ji ber şiliya zêde rêyên 6 gundan ji çûnûhatinê re hatin girtin.    Li navçeya Erxenê ya Amedê şiliya zêde bû sedema girtina rêyên hin gundan. Ji ber şiliyê li ser rêya gundên Selman, Mezir, Çingişîn, Taşmiliya Jêrîn, Taşmaliya Jorîn û Încîxidir golên avê çêbûn û rê ji çûnûhatinê re hatin girtin.