Semer Ebid Elah: Xweparastin ji hezar dermanî baştir e 2020-03-19 09:12:52   Ronîda Hacî   HESEKE - Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebid Elah da zanîn ku ji bo parastina gel a ji Vîrusa Korona wan dest bi hemleyekê kiriye û wiha got: "Xweparastin ji hezar dermanî baştir e."   Ev bû demek Vîrusa Korona li cihanê belav bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane û li gorî bijîşkan heta niha tu derman jêre nehatiye peydakirin. Rêvberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûyîn û hatina welatiyan a ji derveyî welat qedexe kiriye. Têkildarî vê mijraê Hevseroka Kantona Hesekê Semir Ebid Elah ji ajansa me re nirxandin kir.   'Ji bo parastina sivîlan em ê di nava tevgerê de bin'   Semerê diyar kir ku ji bo rê li ber belavkirina Vîrusa Korona bigirin dest bi hemleyekê kirine û wiha domand: "Em wekî Kantona Hesekê tedbîrê xwe digirin da ku rê li Vîrusa Korona were girtin. Ji bo girtina tedbîrê me dest bi hemleya paqijkirinê û dezenfekteyê kir."   'Em saziyan derman dikin'   Semer di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew saziyan derman dikin û wiha anî ziman: "Ji doh ve em di nava tevgerê de ne, li tevahî saziyên Rêveberiya Xweser me derman belav kir. Her wiha cihên giştî mîna xerac jî me derman lê belav kir. Paşê li tevahî dibistanan dê were belavkirin. Di qonaxa duyemîn de em ê li kolanan belav bikin."   'Xweparastin ji hezar dermanî baştir e'   Semerê teqez kir ku xweparastin ji hezar dermanî baştir e û wiha pê de çû: "Di gotinên pêşiyan de hatiye gotin ku xweparastin ji hezar dermanî baştir e, ji bo wê jî em îro parastina xwe dikin da ku em bikaribin rê li ber vî vîrusê bigirin. Ji bilî wê jî me nexweşxane û navendên ku tenê girêdayî Vîrusa Korona amade kirine."   'Gelê me bila parastina xwe bikin'   Semerê di dawiya axaftina xwe de banga alîkariya gel kir û wiha got: "Em dixwazin gelên me bi me re alîkar bin û parastina xwe bikin, ji ber ku ev rewş cidî ye û nêzî me dibe ji bo wê em bi hêvî ne biryarên ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel derdixe gel ber çav derbas bike da ku em bi hev re rê li ber Vîrusa Korona bigirin."