Hedîye Yûsûf: Tilîliyên dayikan rihê berxwedanê yê Efrînê geş kir 2020-03-19 09:03:41   Ferîde Zade   ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediye Yûsif destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê tenê xizmet ji berjewendiyên dagirkeran kir û wiha got: "Siyaset û sîstema Rêveberiya Xweser di Efrînê de hatibû rûniştandin. Lê dagirkeran ji bo berjewendî û hestên xwe yên nîjadperest Efrîn dagir kirin û bûn sedema qirkirin û koçberiyê."   Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û hevkarên wê bajarê Efrînê kontrol kirin û 2 sal di ser re derbas bû. Di nava du salan de berxwedana gelê Efrînê li Kantona Şehbayê didome. Berxwedana gelê Efrînê mohra xwe li dîrokê xist û destanên jiyanê her roj bi pênûsan di bin konan de  tên nivîsandin. Têkildarî êrîşên li ser Efrînê Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Hediya Yûsif nirxandin kir.   'Efrîn di her aliyî de li ser lingan ma'   Girêdayî salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê Hediye wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Efrîn bingeha herî xurt a ji bo pêkanîna sîstema xweseriya demokratîk bû. Di derfetên kêm de ev sîstem hat avakirin, lewra komên çekdar ên muxalîf û Rêjîma Sûriyeyê di 9 salên aloziya Sûriyeyê de Efrîn xistibûn nava dorpêçkirinê, ruxmî wê jî Efrînê karîbû sekna xwe biparêze bêyî ku bi geşedan û aloziyê ve bandor bibe. Efrîn di her aliyan de li ser lingan ma, ji aliyê leşgerî bigire heta aborî. Efrînê ne tenê sîstema xweseriyê pêk anî, di heman demê de sîstema wekheviyê jî ava kir."   'Gelek şûnewar xistin bin parastinê'   Hediye bal kişand ser pêşxistina perwerdeya Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû: "Netewa demokratîk perwerde û xwendina zimanê kurdî esas digire. Ji aliyekî din çanda huner di warê sînema, govend û stranan de dîrok xwe zindî kir. Desteya şûnewar hat avakirin û yekser lêkolînên dîrokî dest pê kirin. Gelek şûnewar xistin bin parastinê."   'Li Efrînê mozayika dîroka şaristaniyan hate dîtin'   Hediye diyar kir ku sekna Efrînê bû sedema ku bibe warê ewle ji koçberan re û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kampek sed hezar kes di bin sîwana xwe de kom kir hat vekirin. Jiyana hemû pêkhateyên Sûriyeyê li Efrînê hişt ku gel bi hemû ol û mezheban bi fikra netewa demokratîk tev bigerin. Navê Efrînê ji afrîneriyê tê. Di rastiya Efrînê de mozayîka hemû şaristanî û dîrokên mirovî tê de hatin dîtin. Şûnewarên di Efrînê de bûn mîna "Nebî Horî" kela Seman û tepeyên dîrokî" ku dîroka mirovahiyê di nav de veşart ji bo parastina dîroka mirovahiyê her desteya şûnewaran di nav tevgerê de bû."   'Bi yekbûna civakî destanên dîrokî hatin nivîsandin'   Hediye eşkere kir ku Efrîn bajarê aştiyê bû û wiha lê zêde kir: "Heta sala 2018'an Efrîn warê aştiyê bû, ji ber lihevkirinên di navbera rûs, tirk, Îran û Rêjîma Sûriyeyê de Efrîn ket nava bazaran, hate guhertin û hedefgirtin. Dîrok û stratîjiya Efrînê bû çavkaniya sekna dîrokî ya gel. Gelê ku ji bo parastina Efrînê xwe xistin beşên cuda, li aliyekî YPJ'ê- YPG'ê bi çekên herî pêşketî şer dikirin, destanên dîrokî nivîsadin."   'Israr didome berxwedan xurt dibe'   Hediye bi bîr xist ku ji 18'ê Adara 2018'an de êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hatin eşkerekirin û wiha domand: "Di dîroka 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk Efrîn dagir kir, gelê sivîl yên ku li Efrînê mane ji aliyê çeteyên dagirkeriya tirkiyeyê rû bi rû rastî îşkenceyê tên. Tevî hemî zehmetiyan jî israra gel hîn zêdetir dibe heta ku Efrîn rizgar bibe."   'Dîsa ev plan vala derket'   Hediye wiha dewam kir: "Di destpêka êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê de, dewleta tirk daxuyanî da ku Efrîn û ji ber biçûkahiya erdinîgariya wê, wê di 3 saetan de bê dagirkirin. Di kêliyên êrîşan de sekna gel dewleta tirk matmayî hişt, piştre dewleta tirk dest bi propagandeyên medyayê kir. Wan gotin di sê rojan de Efrîn wê bê dagirkirin û ji bo Efrîn zû bê dagirkirin hemû aliyên hevkar rê li pêşiya tirkan vekirin û Tirkiye her çû êrîşên xwe xurtir kir. Li hember hejmara gel ku zêdetirî 500 hezar kes e, di roja yekem de 72 balafir da şixulandin ji bo metirsînekê di dilê gel de ava bike û Efrîn bê valakirin lê dîsa ev plan vala derket."   'Yekbûna gel a li Efrînê parçeyekî ji berxwedanê bû'   Hediye behsa valaderxistina planên Tirkiyeyê kir û got: "Li hember çekên pêşketî bi hezaran ciwanên kurd li Efrînê berê xwe dan eniyên şer. Hejmara şehîdên berxwedana serdemê 1500 şehîd derbas kir, li aliyekê din çalakiyên xwe li dar xistin û rêveberên gel erka pêkanîna pêdîviyên gel girtin ser milê xwe. Gelê ku ji gundên sînor ji ber şerê giran berê xwe didan navenda bajarê Efrînê ji aliyê gel dihatin pêşwazikirin û di asta ku her 4 an 5 malbet di malekê de bi cih dibûn. Ev yekbûna gel a li Efrînê parçeyekî ji berxwedanê bû."   'Tilîliyên dayikan rihê berxwedanê yê Efrînê geş kir'   Hediya bi bîr xist ku di pêvajoya Efrînê de bi dehan şehîd dihatin oxirkirin û wiha vegot: " Şehîdên berxwedana Serdemê bi merasîmên bi heybet dihatin oxirkirin û bi hezaran kes tevlî merasîman dibûn. Bi tilîliyên dayikan ku dibû çavkaniya berxwedanê û rihê berxwedanê berxwedan nûjen dikir. Şehîd bi tililiyên dayikan dihatin oxirkirin. Rihê berxwedanê di çerçoveya Efrînê de nema, di hemû şeran de gel ji ber şer derdiket û koçber dibûn, lê di Efrînê de her kes berê xwe dida warê berxwedanê û cihê xwe di berxwedana serdemê de digirtin, bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya gel weke mertalên zindî derbasî Efrînê dibûn. Ji ber ku gel plana dagirkeriyê nas kiribû û zanibûn ku dewleta tirk her xwest tola têkbirina DAIŞ'ê rake, şerê giran nebû asteng li hember herikandina gelan a di nav berxwedana serdemê de."   'Herdu qonaxên berxwedana Serdemê yekîtiya gelan diyar kir'   Hediye di berdewamiya nirxandina xwe de wiha anî ziman: "Dema derbasbûna mertalên zindî ya ji Efrînê re dewleta tirk gel hedef girt û di encama hedefgirtina kerwanên gel xortek gihaşt asta şehadetê. Planên dagirkeriyê her dixwest ku pêkhateyên Sûriyeyê ji hev qut bike, lê di herdu qonaxên berxwedana Serdemê de yekîtiya gelan diyar bû, gelek ji gelê ereb tevlî gelê Efrînê berê xwe dan Şehbayê û berxwedana serdemê dewam dikin. Pêvajoya Efrînê bû sedema raperîna cîhanê û bû dosyaya herî girîng li ser maseyên civak û rêxistinên mafên mirovan."   'Mayîna li Şehbayê zindîkirina berxwedana Serdemê ye'   Hediye di derbarê jiyana gel û bicihbûna wan a li Şehbayê got: "Mayîna gel li Şehbayê berxwedana Serdemê zindî dike û daxwaza gel bi meşandina sîstema Rêveberiya Xweser misoger kir û cewhera netewa demokratîk bi hemû cîhanê da nasîn, ji ber ku projeya netewa demokratîk çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn e û bi taybetî pirsgirêkên jinan e. Dewleta tirk rêzê ji jinan re nîşan nadin. Di şexsê Barîn Kobanê de hemû jin hedef girt."   'Ji ber vîrûsa Korona çalakî hatin sekinandin'   Hediye bal kişand ser bîranîna 18'ê Adarê û got:" Ji ber belavbûna vîrûsa Korona ku hemû cîhan tehdîd dike û ji bo parastina gelê xwe yê berxwedêr di 18'ê Adarê de çalakî nayên lidarxistin, lê eger bi çalakiyan be an jî li malê bin wê tu carî çirûska berxwedanê venemire. Bêdengiya navneteweyî bû sedema dagirkirina Sûriyeyê û destdirêjiyên ku derheqê gel de tê kirin. Dîsa jî berxwedan wê bidome."   'Ji bo dadgehkirina Erdogan dengê cîhanê bilind bikin'   Hediye wiha dawî li nirxandina xwe anî: " Bi navê gelê xwe bang li civakên navneteweyî, Rêxistinên Mafên Mirovan, Meclîsa Ewlekariyê û Netewên Yekbûyî dikim ku Efrîn û hemû deverên Sûriyeyê bên rizgarkirin. Dagirkeriya tirk ji Sûriyeyê bê derxistin. Di bin parastinek navneteweyî de gel vegere cih û warê xwe. Bang li tevahî gelan dikim ku serî hildin û li dijî dagirkeriya tirk têk bibin û kiryarên dijmirovahî bi dawî bikin. Ji bo dadgehkirina Erdogan dengê cîhanê bilind bikin û hikumeta AKP'ê wê hesabê zirarên gel bide."