Ji ber Vîrusa Koronayê lêpirsîn derbarê nûçegîhan de hat destpêkirin 2020-03-18 13:14:36   AMED - Derbarê rojnameger Aydin Atay ê nûçeya têkildarî tedbîrên vîrûsa koronayê ya li Dadgeha Amedê hatine girtin di hesabê xwe yê medya civakî de parve kir, bi angaşta “xetere, tirs û panîk xistiye nava xelkê” lêpirsîn hat destpêkirin.    Ajansa Mezopotamyayê têkildarî tedbîrên ji bo vîrûsa koronayê nûçeya “Dadgeha Amedê hat girtin!” çêkiribû. Derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Aydin Atay ê nûçeya têkildarî tedbîrên dadgehê di hesabê xwe yê medya civakî de belav kiribû de lêpirsîn hat destpêkirin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Aydin bi angaşta “xetere, tirs û panîk xistiye nava xelkê” hat sûcdarkirin.    Aydin çû Buroya Amîrtiya Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Sîber a Miduriyeta Polîsan a Amedê û îfade da. Aydin diyar kir ku nûçeya wî belav kiriye ne sûc e, berovajî vê yekê jî di nava nûçeyê de tedbîrên Baroya Amedê û Serdozgeriya Amedê girtine cih digire û armanca belavkirina nûçeyê ne tirsandina xelkê bûye. Aydin da zanîn ku wî belavkirina nûçeyê bi armanca agahîdayînê kiriye û sûcdariya li ser xwe red kir.