‘Em ê dest ji lêgerîna Gulîstanê bernedin’ 2020-03-18 09:08:58   Berîtan Canozer   DÊRSÎM - Xwendekara Zanîngehê D.T diyar kir ku bi taybet li ser jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û got: “Em vê ji hevalên xwe yên ku yekser dijîn dibihîzin. Ev êdî bûye wek sîstematîk. Tevî em vê dizanin, em nikarin tiştekî bikin ji ber ku ev têr nake.”   Xwendekarên jin yên li Dêrsîmê di pêvajoya dawî bi polîtîkayên asîmîlasyon ji rêderketin û tenêtiyê re tên rû hev. Li bajar jinên ciwan rastî tacîz û tecawizê tên û ji bo bêdeng biminin jî tên tehdîdkirin. Ji 5’ê çile de Gulîstan Doku agahî jê nayê girtin. Xwendekara zanîngehê D.T di şexsê Gulîstanê de pirsgirêkên li bajar tên jiyîn vegot.   ‘Dibêjin întîxar kiriye’   D. diyar ki ku Gulîstan xwedî hişmendiya jinê bû û bawer nakin întîxar kiriye û got: “Gulîstanê li dijî kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan refleksek mezin nîşan dida. Ne jineke ku întîxar û zîrê bide xwe bû. Hewl didin ku em bawer bikin ku Gulîstanê întîxar kiriye. Tiştên ku dixwazin veşêrin û serê wê bigirin hene. Em van baş dizanin. Gelo ev du mehe di avêde be çawa nayê dîtin? Çima bi israr di avê de lêdigerin? Çima îhtîmalên din nadin ber çavan? Armanca wan ji xwe eve ku berê mirovan bidin tiştên din.”   ‘Ser bûyera pertekê hatin girtin’   D. gelek bûyerên li bajar tên jiyî vegot û got di hemû bûyerana de navê pisporên çawîş derbas dibin û ev tişt bi lêv kir: “Ev polîtîka bi zanebûn tên meaşandin. Di vê de tu tiştekî Gulîstanê derneket. Gulîstan jî wek jinên din hat qetilkirin û dixwazin serê vê veşêrin. Li Pertekê zarokên rastî êrîşa zayendî hatibûn hebûn. Dîsa li navenda Dêrsîmê jinek ciwan rastî tecawiza pisporên çawîş hat û serê wê hat girtin. Serê bûyera Pertekê jî hat girtin.”   ‘Naxwazin malbat pê bihesin’   D. destnîşan kir ku bi taybet jinên ciwan yên di alî aborî de pirsgirêkan dijîn tên tercîhkirin û wiha pê de çû: “Ji ser xizaniyê dixwazin jinên ciwan bi xwe ve girê bidin. Li zanîngeh û Dêrsîmê bi sedan jinên vê rewşê dijîn hene. Jinên dengê xwe nakin hene, ji ber tên tehdîdkirin. Dixwazin gilî bikin lê ji ber malbatên xwe dengê xwe nakin. Tacîzkar jî ji ber vê cesaretê digirin. Li zanîngeh û bajar ev tiştên wisa gelek tên jiyîn. Ji ber vê em bawer nakin ku Gulîstanê întîxar kiriye. Em bawer dikin ku Gulîstan hatiye qetilkirin.”   ‘Jinên Kurd bi taybet tên tercîhkirin’   D. bi lêv kir ku Çawîşên Pispor tên ber yurdan û jinan tacîz dikin û got: “Berê bi şev ev dikirin lê niha bi roj tên dikin. Kes jî tiştekî nake û nabêje. Ne walîtî ne jî emniyet pêşî li vê digire. Li taxa Ataturk gelek kafe ji çawîşên pispor re xizmetê dikin. Jinên ciwan yên ji herêmê hatine yên Kurd jî dibin hedefa wan. Bi taybet jinên Kurd hedef tên girtin. Hevalên me yên yekser şahidiya hinek tiştan dikin hene. Çawîşên pispor dibêjin ‘em li rojhilat mêran binçav dikin îşkencê lê dikin û li vir jî tecawizê jinan dikin’. Jinên rastî van gotinan tên jî gilî nakin û xwe didin alî.”   ‘Em dest ji lêgerînê nakin’   D. balkişand ser pisgirêkên ku Gulîstanê ji aliyê mamoste ve dijiya û got: “Li zanîngehê mamosteyekî ji xwendekarên dereng dihat 5 lîra dixwest. Gulîstan çend caran li dijî vê derket. Digot xwendekarên rewşa wan nebaş e hene û ew vî 5 lîra nadin. Lê mamoste dest ji vê berneda. Xwendekar dida zorê. Piştre Gulîstan û çend xwendekarên din daxwazname da. Piştî bûyerê mamoste zext û tacîz li hember Gulîstanê pêk dianîn. Gulîstan di alî psîkolojîk de bi bandor bibû. Nikarîbû li ser dersan bixebite. Ji xwe daxwazname jî nehatibû qebûlkirin. Xwendekar li ser vê şikestî bûn. Em ê tu car dest ji lêgerîna hevala xwe bernedin.”