Eyşe Hiso: Efrîn bû sembola berxwedanê 2020-03-18 09:06:17   Roj Hozan   QAMIŞLO - Hevseroka PYD'ê Eyşe Hiso, derbarê duyemîn salvegera êrîşên li ser Efrînê û têkoşîna jinê ya di nava berxwedanê de wiha got: ”Bi israr careke din ev gelê berxwedêr di şert û mercên herî zehmet ên koçberiyê de têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ew ê dewam bike.”   Di 18’ê adara 2018’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Herêma Efrînê kirin bin kontrola xwe.  Du sal êş, zehmetî, koçberî û li kêleka wê jî berxwedana gelê kurd dewam kir. Gelê Efrînê yê ku ji ber êrîşên dewleta tirk ji axa xwe derketin, bi hêviyên vegerê dijî. Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso derbarê duyemîn sala kontrolkirina Efrînê û têkoşîna jinê ya di nava berxwedanê de nirxandin kir.   ‘Dewleta tirk serkeftina netewa demokratîk ji xwe re xetere didît’   Eyşe di destpêka axaftinên xwe de wiha got: ”Duyemîn salvegera dagirkirina axa Efrînê em şermezar dikin û şehîdên berxwedana serdemê, bi bîr tînin. Bi israr careke din ev gelê berxwedêr di şert û mercên herî zehmet yên koçberiyê de têkoşîna xwe, didomînin. Armanca êrîşan têkbirina projeya demokrasiyê bû. Dewleta tirk serkeftina netewa demokratîk ji xwe re xetere didît. Sîstema dewleta tirk a desthilatdar û faşîst, rengê demokrasiyê li gel xwe qebûl nake û di şexsê Efrînê de ev pir diyar bû. Tirkiye dixwaze desthilatdariya xwe li ser axa Sûriyeyê pêk bîne û Sûriyeyê dagir bike. Her kes dizane ku Efrîn bajarekî di nava xwe de azadiya jinê û pêşengtiya jinê himbêz dikir bû. Her tim sîstemên netewperest ên ku bi hişmeniya baviksalarî xwe mezin dikin, êrîşî nirxên jinê dikin. Efrîn di demekê de  bûbû wargeha aborî û aramiya civakê. Dewleta tirk serkeftina netewa demokratîk ji xwe re xetere didît.”   ‘Mayina li ser axa Şehbayê vegera li ser  axa Efrînê ye’   Di dewamiya axafina xwe de Eyşe bal kişandin ser komkujiyên li Efrînê hat kirin û wiha domand: “Dewleta tirk dema ku êrîş kir, kamp ji bo koçberan amade kiribû, ji ber di wê baweriyê de bû  ku çawa êrîş bike wê gel berê xwe bide kampên wê, yan jî wê ev gel bê berxwedan xwe, teslîm bike. Gelê me di pêngava yekem a berxwedana serdemê de bi rihê gelê têkoşer bersivek herî xurt da. Her roj êrîş ji aliyê dewleta tirk ve li ser Şehbayê jî hene. Mînaka wê jî komkujiya Til Rifetê komkujiya gundê Eqîba ye. Em bala xwe bidinê êrîş , hovîtî, komkujî di Efrînê de çêdibin, dîroka Efrînê tê dizîn, destdirêjî li ser nirxê jinê çêdibe û  tirkiye dixwaze erdnîgariya Efrînê ji kokê de bide guhertin. Gel bi êrîşan ditirsînin, da ku dev ji axa xwe berde. Gelê Efrînê li ser axa Şehbayê  berxwedana xwe didomîne. Tirkiye bi rêya şerê taybet lîstokan dide meşandin, lê gelê Efrînê di têkoşîna xwe de bi israr e. Mayina li ser axa Şehbayê vegera li ser  axa Efrînê ye.”   ‘Di civaknasiya Efrînê de rihê jin û serkêşiya wê li pêş bû’   Eyşe di nirxandinên xwe de balê dikşîne ser binpêkirinên dewleta tirk  û wiha pê de çû: ”Yek ji xalên herî girîng, şûnwarên Efrînê ye û dîroka wê ya dewlemend e. Di destpêka êrîşên li ser Efrînê, Girê Ên- El Dara hat hedefgirtin, ev gir jî destnîşaneya wê li ser dîroka jinê ye. Di civaknasiya Efrînê ya ku her tim bi taybetmendiya jinê tê naskirin û di civaka ku serkêşiya wê jinê kiriye, her tim rihê jinê li pêş bû, ji bo wê dewleta tirk dixwaze dîroka Efrînê tune bike. Dîroka kevnar a horîyan her tim isyan kiriye û koletiya li ser xwe qebûl nekiriye, ji bo wê dewleta tirk ji dîroka Efrînê ditirse. Ji xwe niha tu hakimiyeta tirkiyê li ser çeteyan jî nemaye. Çete bi serê xwe tevgerê dikin û şûnwarên Efrînê didizin.”    ‘Efrîn bû sembola berxwedanê’   Eyşe di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girêdana mirovên Efrînê ya bi axê re û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Dema ku em qala Efrînê bikin em nikarin mijara jinê jê qut bikin. Di berxwedana serdemê de di şexsê Barînê de hedefgirtina jinê dide diyarkirin ku tirsa dagirkeran ji hebûna jinê heye. Berxwedana Serdemê ya 58 rojan bi keda jinê û helwesta jinê, bi giştî civak dikir nava berxwedan û tevgerê de. Jina Efrînê bi axa xwe re bû yek. Jina  Efrînê ya ku serkêşiya berxwedanê kir bi raman û felsefeya xwe ya azad, bersiv da. Dewleta tirk dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne, lê jinê bi nasnameya xwe ev hemû pilan têk bir. Di Efrînê de destanên dîrokî hatin nivîsandin. Di asta navneteweyî de bêdengiyeke mezin hebû, lê Efrîn bû sembola berxwedanê. Ked hezkirinê ava dike û hezkirin jî girêdanê qayim dike.”