'Vîrusa Korona ji bo mirovên li kampê xetereyek mezin e' 2020-03-18 09:03:41   Sara Şêx Hesen    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê dijîn, li ser xeteriya Vîrusa Korona ya li ser Kantona Şehbayê axivîn û gotin: "Ger ev vîrûs li nava me belav bibe, yekser xeterî digihêje kampan. Vîrusa Korona ji bo mirovên li kampê xetereyek mezin e."   Hejmara mirovên ku bi Vîrusa Korona ketine her ku diçe zêdetir dibe û belavî tevahî cîhanê dibe. Vîrûsa Korona di dawiya meha kanûnê de li bajarê Wuhan a Çînê derket. Ev vîrûs bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin û gelek kes jî di karantînayê de ne. Li gorî daxuyaniya Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, metirsî roj bi roj zêde dibe. Têkildarê mijarê jinên Efînê nêrînên xwe parve kirin.   'Korona xeteriyeke mezin li ser kampê çêdike'   Fîdan Mihemed Memo li ser xeteriya Vîrusa Koronayê wiha got: "Vîrûsa Koronayê ev demeke li tevahî cîhanê belav bû û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Heta niha Vîrusa Korona negîhaye herêmên me, lê ji bo ku em xwe ji vîrusê biparêzin û nehêlin belav bibe, divê em civaka xwe li dijî xeteriya vîrûsê hişyar bikin. Ji ber ku em di herêmeke dorpeçkirî de dijîn û derfetên me jî kêm in. Heta di nexweşxaneyê me de derman jî peyda nabin. Ger ev vîrus di nava me de belav bibe, bandorek neyînî ew ê li kampê bike û kirîzekê bide çêkirin."   'Paqijî ji bo parastina ji vîrusê girîng e'   Kifiyat Elî jî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Divê em ji bo Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwist bigirin da ku negihêje herêmên me. Derfetên me li kampê gelek kêm in. Ev yek jî bandorê dike. Li gor derfetên heyî em kampa xwe diparêzin û her roj paqij dikin. Her wiha em rojane destên xwe dişon û xwerinên ku em çêdikin baş dişon û li gor wê çêdikin. Nîşaneya nexweşiyê êşa qirikê, hilmê dijwarî  û germahiya laş zêde dibe, ji bo vê divê gelê me paqijiya beden û derdora xwe esas bigirin."   'Li gor derfetên xwe tedbîrên pêwist digirin'    Êvîlîn Hemo jî li ser Vîrusa Koronayê wiha got: "Vîrûsa Koronayê bandorek mezin li tevahî cîhanê û mirovahiyê kir. Jiyana hezaran kesî di xeteriyê de ye. Heta derman peyda dibe divê hemû cîhan li hember vê vîrusê hişyar bin. Em jî weke gelê Efrînê û Şehbayê li gor derfetên xwe tedbîrên pêwist digirin, lê pêwist e alîkarî û pêdiviyên pêwist ji gel re were dayîn."