Li Îranê vîrûsa korona: Hejmara miriyan gihîşt 988 kesî 2020-03-17 15:29:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di 24 saetên dawî de 135 kesên din ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê mirîn, gihîşt 988 kesî. Her wiha 2 xebatkarên WHO’yê bi vîrûsa koronayê ketine.    Di nava 24 saetên dawî de li Îranê 135 kesên din bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara kesên li Îranê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 988 kesî. Her wiha 2 xebatkarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi vîrûsa koronayê ketine. Li başûrê Kurdistanê jî 72 saetan qedexeya derketina derve hat dayîn.   Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanuş Cîhanpur bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava 24 saetan de hezar û 178 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine û got: “Heya niha 16 hezar û 169 kes bi vîrûsa koronayê ketine.” Kiyanuş bal kişand ser kesên ku tenduristiya wan baş bûne jî û got: “Bi giştî heya niha 5 hezar û 389 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, rewşa wan baş bûye û vegeriyane malên xwe.   2 xebatkarên WHO'ê bi vîrûsê ketin   Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) daxuyand ku vîrûsa koronayê (Kovîd-19) li du xebatkarên saziya wan geriyane. Berdevkê saziyê Christian Lindmeier wiha got: “Her du xebatkar jî ne li ofîsa xwe bûn. Amajeyê vîrûsê li mala wan xwe daye nîşandan. Testên Kovîd-19 pozîtîf derketine. Ji ber vê yekê jî du bûyerên me yên hatine rastandin hene.”    Ji ber vîrûsa korona kolan vala ne   Her wiha ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona li Hewlêr û Silêmaniyê û Germiyanê jî ji bo 72 saetan qedexeya derketina derve hate ragihandin. Niha ji derveyî firne û dikanên fêkî her der girtine. Ji saet 24.00’ê şeva borî ve bi biryara Rêveberiya Germiyanê li tevahiya herêma Îdareya Germiyan derketina derve hate qedexekirin û wê qedexe ji bo 72 saetan berdewam bike.   Lubnanê deriyên xwe girt   Li Lubnanê, ji bo têkoşîna li dijî şewba Covîd-19, şêniyên welat neçar in ku du hefteyan li malên xwe bimînin. Balafirgeha navneteweyî, bendergeh û deriyên sînor jî bi demkî hatin qedexekirin. Li welatê ku 4.5 milyon nifûsa xwe heye, her wiha zêdeyî milyonek penaberên Sûriyeyî hene. Heta niha 99 nexweşên bi vîrûsa Covîd-19 hate tespîtkirin û 3 kes ji ber vîrûsê mirin.   Di çarçoveya tevdîran de wê Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrûdê ji roja çarşemê û pê ve heta 29'ê adarê girtî be. Derbasbûna ji bendergeh û deriyên sînor jî bi rengekî demkî di heman demê de qedexe bin. Tevî vê yekê ji bilî firin û şîrketên xwarinê, wê şîrket hemû û cihên bazirganiyê girtî bin. Hikûmetê navendên sporê, bar û dîskotek jî qedexe kir. Di vê çarçoveyê de konser û çalakiyên hunerî hatin betalkirin. Banka wê vekirî bin. Di asta herî kêm de divê xizmetê bidin. Rayedarên Şîa û Sûnî jî nimêjên Înê û kombûnên din hemûyan ên li mizgeftan heta fermaneke nû rawestandin.