Li Semsûrê hevserok hatin girtin 2020-03-17 13:53:31   SEMSÛR - Li bajaroka Bulam a Çelîkhanê ya Semsûrê 6 kesên di navde Hevserokên DBP'ê Mehmet Çaglan û Cevahir Buyukşahîn jî heye 6 kes hatin girtin.    Polîsan di 9-13'ê Adarê de li Bajaroka Bulam a Navçeya  Çêlîkhan a Semsûrê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" 9 kes binçav kirin. Polîsan Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Çaglan û Cevahir Buyukşahin ên navçeya Çelîkhanê jî di navde 9 kes binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Ji 9 kesên sewqî edliyê kirin 3 kes hatin berdan û 6 kes hatin girtin.    Hevserokên DBP'ê Mehmet Çaglan û Cevahir Buyukşahin û welatiyên bi navê Erdal Çalgan, Erdal Un, Veysel Demîrcî û Nureddin Çalgan bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" li dadgehê hatin girtin. Welatiyên bi navê Îsmail Topbaş, Hasan Buyukşahin û Adiguzel Demircî jî hatin berdan.