Pervîn Buldan: Girtiyan serbest berdin 2020-03-17 13:13:34   ENQERE - Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan, diyar kir ku girtîgeh di warê korona vîrusê de cihên xeter in û wiha got: "Divê demildest girtî serbest bên berdan."   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, diyar kir ku girtîgeh di warê belavbûna korona vîrusê de cihên herî xeeter in û got ku bila  girtî bên berdan.    Pervîn di parvekirina xwe ya li ser medya civakî de ku weşand wiha got: "Ji bo parastina ji vîrusa koronayê tedbîrên bên girtin girîngin. Em ê van rojan jî derbas bikin lê di warê belavbûna vîrusê de cihên herî xeter girtîgeh in û divê demildest bên valakirin."