‘Axaftina pêşnûmeya îstîsmarê jî hêzê dide gumanbaran’ 2020-03-17 09:04:56   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Parêzer Sevîl Arici diyar kir ku hîna ku pêşnûme qanûna ku ‘bi riya zewacê ji îstîsmara zarokan re efû’ tîne nebûye qanûn îstîsmar zêde bûye û wiha got: “Her ku pêşnûme di rojevê de bimîne û bê axaftin bûyerên îstîsmarê jî zêde dibin. Ji ber ku nebe qanûn jî hêzê dide gumanbaran. Em jî dixwazin ku qanûnên ku zarokan dike ewlehiyê bikeve meriyetê.”   Bertekên li dijî pêşnûme qanûna ‘Bi riya zewcê ji îstîsmara zarokan re efû’ ya di duyemîn pakêta darazê de cih digire, didomin. Hikûmetê di 2016’an de pêşnûme anîn TBMM’ê lê ji ber bertekan şûnde hat vekişandin û niha ji aliyê AKP’ê ve dîsa ket rojevê. Di pêşnûmeyê de di rewşa ku temenê di navbera zarok û gumanbar de ne di ser 10’î de be û bi hev re bizewicin de ceza tê taloqkirin.   ‘Dozên îstîsmarê her diçin zêde dibin’   Endama Platforma Jinan a Edeneyê Parêzer Sevîl Arici, diyar kir ku di gelek dozên hatine dîtin de gumanbarên îstîsmarê tên parastin û wiha got: “Em li Edeneyê ketin doza B.K. Em bi bûyereke bi êş re hatin rû hev. Bavekî li hember du zarokên xwe yên biçûk êrîşa zayendî pêk anîbû. Mixabin dîsa pergala edaletê ya mêr pêk hat. Bav niha berdayî tê darizandin. Rûniştin taloqî 10’ê Nîsanê hat kirin. Em ê wek Platforma Jinan a Edeneyê şopdarê dozê bin. Bav li nexweşxaneyê dixebite û heta ku ev kes ji kar jî bê avêtin wê têkoşîna me bidome.”   ‘Yên doza îstîsmarê vedikin bê hêvî ne’   Sevîlê destnîşan kir ku bûyerên êrîşa zayendî li gorî rewşê nayên lêpirsînkirin û wiha pê de çû: “Di bûyerên wisa de îspatkirin zehmet e. Gumanbar ji ber vê jî bêceza tên hiştin. Pêvajoya darazê hem ji bo mexdûr û hem jî ji bo malbatan dibe pêvajoyek bi ezab. Mirov bi tirsa ‘ji xwe wê ceza negire, ceza bigire jî em ê di wê pêvajoyê de çi bijîn’ gilî nakin. Yên vê dibin darazê jî rastî hezar cureyê eziyet tên.”   ‘Îstîsmara di nav malbatê tê veşartin’   Sevîlê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku bûyerên îstîsmara nav malbatî gihaştiye astek bi xof û wiha dawî lê anî: “Êrîşa zayendî ya nav malbatî tê veşartin. Mixabin mijareke ku bi rehetî serê wê tê girtinê ye. Ev jî kesên êrîşa zayendî pêk tîne, xurt dike. Heta ku pêşnûmeya îstîsmarê di rojevê de bimîne û bê axaftin wê bûyer jî zêde bibin. Ji xwe wisa jî dibe. Gumanbar ji pêşnûmeyê hêzê digirin. Divê pêşnûmeyên ku zarokan dike ewlehiyê bên axaftin û bikevin meriyetê.”   ‘Gelo hun ê li dijî îstîsmara nav malbatî çi bikin?   Ji platforma Jinan a Edeneyê Sultan Çagatay jî bi lêv kir ku pêşnûmeya ku berê bi berxwedana jinê çawa hatiye vekişandin wê niha jî wisa bikin û got: “AKP’ê niha pêşnûme ji nû ve aniye rojevê û hewl dide bike meriyetê. Ji bo zaroka rastî îstîsmarê tê wiha dibêjin ‘hûn ê bizewicin û ev jî wê bibe qanûn.’ Gelo wê di îstîsmara nav malbatî de hûn ê çi bikin?Ji bo pêşnûme şûnde bê kişandin çi hewce bike wê bê kirin.”