Şahida Newroza Cizîrê ya 92’an: Newroz ji bo me bû cejna berxwedanê 2020-03-17 09:01:41 Rojda Aydın ŞIRNEX - Zekiye Aciz a şahidî ji Newroza sala 92’an a Cizîrê re kir, anî ziman ku wê roja reş tu carî ji bîr nekin û wiha got: “Ji wê rojê û şûn de Newroz ji bo me bû Cejna Berxwedanê.”   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di sala 1992'an de gelê Cizîrê bi bedelên mezin Newroz pîroz kir û zincîra tirsê qetand. Li gel hemû êrîşên polîs û tîmên taybet gelê Cizîrê di sala 1992'an de daket qadan û Newroz pîroz kir. Bi wan dîmenên xwe di  dîrokê de cihê xwe girt û mayînde bû. Piştî Serokwezirê wê demê Suleyman Demîrel di sala 1992'an de got  "Her kes dikare azad pîroz bike', di sibeha 21'ê Adarê de bi hezaran kes li Cizirê daketin Qadan û Agirê Newrozê geş kirin. Li ser şêniyên Cizîrê ku daketin qadan, ji aliyê polîs û tîmên taybet ve bi çekên lûledirêj gulberan hat kirin. Piştî cizîrî çûn ser gora Sembola Newrozê Binevş Egal û çalakiyên xwe yên Newerozê berdewam kirin careke din bi êrîşê re rûbirû man. Polîs bi panzêr û maşîneyên zirxî ketin nava girsê û li ser gel gule reşandin. Li gorî daneyên fermî 57 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan kes birîndar bûn. Ji wê dîrokê û şûnde Newroz li Cizîrê bû dîrok û bi wî rengî di hiş û aqilan de ma û Cizîr bû bajarê Newrozê. Zekiye Acîz a ku şahidî ji wan rojan re kir, derbarê bîranîn û wateya Newroza dîrokî de axivî.    ‘Her gulebaran dikirin’   Zekiye ya ku di 25 saliya xwe de ji qirkirin û berxwedanê re şahidî kiriye, diyar kir ku wê demê pîrozbahiya Newerozê rojek berê dest pê kiribû û wiha got: "Em wê roja reş ji bîr nakin û em ê ji bîr nekin. Ez wê demê li ber deriyê mala xwe bûm. Min ê serê keça xwe bişûşta. Min bi carekî dengê teqînê û qêrîna bihîst. Min keça xwe li wir hîşt û berê xwe da cihê ku bûyer diqewimî. Bi çekan derdor gulebaran dikirin. Mirovên li malên xwe bi tang û topan dihatin gûlebarankirin. Wê demê bûyer li hinda gora Mem û Zînê pêk hatin. Dema êrîş hat kirin her kes bi derekê  ve çû. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn hebûn û her wiha birîndar gelek zêde bûn. Kes nikaribû biçe wan birîndaran bîne. Kesên ku diçûn dikûştin. Mirov ji malên wan derdixistin dibirin înfaz dikirin. Bi dermanê direşandin em jahrî dikirin û  em ji ser hişê xwe diçûn. Ji bo derman bandorê li me neke me devê xwe digirt. Li gel vê jî bi dehan cenaze li erdê bûn.”   ‘Bêrîvan jinek çeleng û berxwedêr bû’   Zekiye, bi lêv kir ku wê demê hemû kes li ber çavên wan hatiye kûştin û wiha domand: “3 rojan tu kesî agahî ji hev negirt. Me nizanibû kî li kû derê ye. Piştî 3 rojan me agahî ji xizmên xwe girtin. Bi panzeran rê hatibûn girtin. Wê demê Bêrîvan Cizîrî dema li dijî êrîşan li ber xwe dida birîndar bû. Bêrîvan jinek çeleng û berxwedêr bû. Bêrîvan tu carî li hember êrîşan serê xwe netewand û li ber xwe dida. Bêrîvan wê demê li pêş panzerê sekinî û ew da sekinandin. Wê demê sê caran bi ser mala me de girtin û tiyê min kirin binçavan. Herî dawî ji tiyê min re gotin em ê te bikûjin û ji ber wê çû Iraqê. Newroza sala 92’yan di dîrokê de hat nivîsandin. Ji wê rojê şûn de li Cizîrê berxwedanek mezin hat pêşandan.”   ‘Newroz ji wê rojê şûn de ji bo me bû Cejna Berxwedanê’   Zekiye, herî dawî diyar kir ku Newroza ji wê rojê şûn de ji bo wan tê wateya roja berxwedanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Newroza wê demê cûda bû. Di navbera Newroza niha û ya wê demê de gelek cûdahî heye. Niha êdî mirov dikarin bi rehetî biçin Newrê û pîroz bikin. Ji wê rojê şûn de ez tim çûm tevlî hemû Newroza bûm. Tu tişt wek rojên wê demê nebû. Newroz ji wê rojê şûn de ji bo me watedartir bû. Me heta wê rojê wek cejn pîroz dikir. Lê belê ji wê rojê şûn de ji bo me bû Cejna Berxwedanê.”