Şehîdên Komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn 2020-03-16 15:39:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Efrîn û Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.   Di 16'ê Adara 1988'an de desthiladariya BAAS û Sedam Husên  bi çekên kîmyewî li Helebçeyê komkujî pêk anîn û di encamê de bi hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bi vê boneyê Şêniyên kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê û Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.    Şehîdên Helebçe li Kobanê bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn   Di sala 1988'an de li Başurê Kurdistanê li bajarê Helebçeyê ji 5000 hezar kesî zêdetir bi destê Sedam Hisên hatin qetilkirin ku komkujiyeke hov bi serê gelê Helebçeyê de anîn. Di 30'ê Kanûna 2006'an de Sedam Hisên bi destê dewletên netewên yekbûyî hat îdamkirin. Îro Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê ji bo bîranîna komkujiya Helebçeyê daxuyaniyeke çapemenîyê li navenda Baqî Xido ya çand û hunera Kobanê dan. Bi dehan endamên Yekîtiya Rewşenbîran amede bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Rewşenbîran Fatme Seydo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Di dîroka 16'ê Adara 1988'an de diktatorê Iraqê Sedam Husên li bajarê Helebçeyê li ser gelê kurd komkujiyeke  hovane pêk anî. Bi xwînsarî bi  bombebarana çekên kîmayewî ku ev çek li ser asta nevdewletî qedexe ye, di encama bombebaranê de ji 5000 kesî zêdetir hatin şehîdxistin ku piraniya wan jî jin û zarok bûn. Ev komkujiya ku Sedam Husên pêk anî sedema wê  ew e ku tolhildana xwe ji Gelê Kurd hilîne. Ev komkujiya hovane wê wekî lekeyekê li ser eniya mirovahiyê bimîne ku wê tu carî di dîrokê de neyê jibîrkirin.   Roja îro di bîranîna komkujiya Helebçeyê de, dîktorekî din komkujiyek hovane di derheqê kurd, mesîhî, suryanî û ereban de pêk tîne. Ev gelê ku ji destpêka dîrokê ve dixweze bimîne, her cure şêwazê qirkirinê li ser tê meşandin. Erdogan bi gelek şêwazên kuştin, talan, dizî û serjêkirinê li ser xeta Osmaniyan dimeşe.   Her wisa rêbazên şerê gel di navbera Kurd û pêkhateyên din yên gelê Suriyeyê de pêk tînin, ji bo gefan li pirojeya Rêveberiya Xweser bixînin ku ev piroje bi xwe çareseriyeke demokratîk e ji bo nakokiyên ku li Suriyeyê diqewimin. Di bin siya vê bêdengî û veşartinê de jî tê diyarkirin ku dewletên nevneteweyî li hember komkujiyên ku Erdogan û çeteyên wî pêk tînin bêdeng disekinin. Her wisa siyaseta guhertina demografiya ku li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi hinceta ku koçberan vegerîne, diyar dibe.   Bi navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê em jî ji partiyên siyasî daxwaz dikin ku hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji bo yekgirtina helwesta Kurdî li hemberî siyasetên şovînîst ê di derheqê gelê me de bisekinin. Di vê roja reş de em dikarin bi yekgirtina Kurdî, bi ruhê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Suriyeyê, bi vê nameya xwe ji hemû cîhanê re bişînin.   Daxuyanî bi dirûşma"Şehîd namirin" bi dawî bû.   Şêniyên Efrîn û Şehbayê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn   Şêniyên kampa Berxwedan a Kantona Şehbayê bi rêzgirtinê şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Di bîranînê de şêniyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên civaka sivîl amade bûn.    Di bîranînê de Siham Henen axivî û wiha domand: "Em şehîdên komkujiya Helebçeyê bi bîr tînin. Îro em pênç deqeyan ji bo şehîdên xwe rawestiyan û em tu caran şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê bidin jiyîn. Îro jî komkujî li ser Gelê Kurd dewam dike. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û tu caran şehîdên me namirin."   Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.