TAJÊ: Bi komkujiyan tu gel tune nabin 2020-03-16 14:12:22   ŞENGAL- Biboneya 32'emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê TAJÊ daxwuyaniyekê nîvîskî weşand.   Biboneya 32'emîn salvegera Komkujiya Helepçeyê Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxwuyaniyekê nîvîskî weşand û got: "Her çiqas çêken kîmyewî hatibin qedexekirin jî dîsa ev şerê bê ehlaq û ev komkujiyên hovane hat roja îro jî li ser Gelê Kurd berdewam in.”   Berfirehiya daxwuyaniyê wuha ye: “Em weke jinên êzidî Komkujiya Helepçeyê di 32'emîn salvegera wê de şermezar dikin û  hemû mirovên ku di ve komkijiye de hatine qetilkirin bi bîr tînin. Ji dîroke heta, roja me ya îro her li ser gelê azadîxwez, gele ku mafê xwe dixwaze komkujî û ferma pek hatine. Halepçe jî yek ji van ciha ye ku bi çêken kîmyewî (qedexa)  bi hêzaran jin,zarok û zindiyên lê hene di komkijiye re hatine derbaskirin. Her çiqas çêken kîmyewî hatibin qedexekirin jî  bi şerê kî bê ehlaq heta roja me ya îro komkujiyên bi vî rengî tên kirin. Ji geliyê Zîlan heta Helepçe û di roja me ya îro de jî li Efrîn û li Serekaniye li ber çavên hemû cîhanê van êrîşên honavne berdewam kirin. Ev jî ve dide xûyakirin ku tenê rûyê dijmin tê guhertin û armanc tunekirina gele azadîxwaz e.    Li dijî komkujiyan gelan serî netewand   Beramberî van erişên ku li ser Civaka êzidî, Gelê Kurd û Gelê Ermenî hatine kirin ev gelên berxwedêr jî her di nav berxwedanekê de bûne û rastiya dijminen mirovahiyê derxitine holê. Li dijî van hemû komkujiyan jî dewletên navneteweyî bi bêdengmayîna xwe çavên xwe ji van komkujiyan re girtine. Lê belê wekê jinen êzidî me jî ev baş dît ku heta gel xwe rexistin û perwerde nekin û yekitiya xwe ava nekin nikarin li hember van komkijiyan têkoşîneke bêhempa bidin meşandin.   Bi komkujiyan tu gel nayên tunekirin   Li ser van esasen wekê jinen êzidî em tucarî  enfal û Komkuya ku li Halepçe pek hat  ji bîr nakin. Her wiha bi rêxistin û perwerdekirina xwe em ê tucarî nehelin ku ne Komkujiya Halepçe ne ya Şengalê, ne jî yaa Serekaniye werê jibîrkirin. Dijminê mirovahiyê jî ve baş dizanin ku bi komiji û bi çêken kîmyewî tu gel naye tunekirin. Bi ve rexistin û têkoşîne re wê dawiya faşizma dijminên mirovahiyê bê.”