Zulkuf Gezen di salvegera xwe ya yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn 2020-03-16 13:45:18   AMED - Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku çalakî li dar xist û dawî li jiyana xwe anî, di salvegera xwe ya yekemîn de li goristana Yenî Koyê hat bibîranîn.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP),  Zeyyat Ceylan, Rêveberiya Komeleya Çand û Piştevaniya Malbatên ku Xizmên xwe Wendakirine ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dêrsim Dag, Mûsa Farisogulları û  AktivîstênTevgera Jinên Azad(TJA) tevlî bûn.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdara 2018’an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger. Piştî Leylayê di 16’ê Kanûna 2018’an de gelek girtiyên PKK û PAJK’ê tevlî grevê bûn. Piştre tevlîbûn her  ku çû zêde bû. Di heman demê de jî Parlamenterên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç jî li avahiya HDP’ê ya Amedê tevlî çalakiyê bûn. 30 girtî jî ketin rojiya mirinê. Li Bajarê Krefeld a Elmanyayê di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17 Adarê de li girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li girtîgeha Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Oltu, Medya Çinar (24) li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, Yonca Akinci di 9’ê Adarê de li girtîgeha Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’ê Nîsanê de li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Osmaniyeyê, Mahsum Pamay di 5’ê Nîsanê de li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xerpêtê  de di encama çalakiya protestoyî de jiyana xwe ji dest dan. Di 2’yê Gulanê de serlêdana parêzeran piştî 8 salan şûnde hat qebûlkirin û hevdîtin hat kirin.  Di 22’ê Gulanê de dîsa hevdîtina bi parêzeran re hat kirin û li ser vê grev bi dawî bûn.   Leyla Guven di destpêka axaftina xwe de qala greva birçîbûnê kir û axivî: “ Zulkuf Gezen û wekî hevalên şehîd li dijî vê zilmê derketin û gotin birêz Ocalan ji bo me xeta sor e. Loma rabûn û çalakî çêkirin. Her wiha em emekdarê wan in.  Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de xwedî projeyan e. Projeya wî ya netewa demokratîk li Rojava dijî. Ji ber van sedeman divê Birêz Ocalan azad bibe û tecrîda li ser rabe.”   ‘Bêhna sêvê û bêhna xwînê tevlihev bû’   Leyla Guven di berdewamiya axafina xwe de salvegera qirkirina Helebçeyê ku di sala 1988'an de serokê Iraqê Sedam El-Husên li bajarê Helebçeyê 5 hezar kurd bi çekên kîmyewî, qetil kir bi bîr anî û axivî: "Bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Wê rojê bêhna sêvê û bêhna xwînê tevlihev bû. Gelê kurd carek din jî xemgin bûn, bi hezaran zarok û mirov hatin qetilkirin. Gelo çi dixwazin ji gelê me? Çima belaya xwe ji me venakin. Çima li her deran kurdan qir dikin. Li ku zilm û qirkirin hebe li hemberî wê jî berxwedanek heye. "   Piştî axaftina Leyla Guven, Dayika Zulkuf Gezen Havva Gezen, li ser gora kurê xwe got: “Bila êdî ciwanên me bes bên kuştin.” û diyar kir ku bila êdî kurd bibin yek û tu ciwan nemirin. Bila wekhevî û aştî pêk were.