‘Kurd Helepçeyên nu dijîn’ 2020-03-16 12:57:55   AMED -  Baroya Amedê bi wesîleya 32’emîn komkojiya Helepçeyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku  helepçe lekeyek reş a şerma mirovahiyê ye ku em ê her dem bi bîr bînin û kurd Helepçeyên nû dijîn.    Baroya Amedê bi wesîleya selvegera 32’emîn Komkojiya Helepçeyê li avahiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi dû zimanan hat dayîn û ji aliyê Serokê Baroyê Cahîd Aydin û Parêzer Eyub Aydenîz ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser qetlîamên bi serê gele kurd hatine û hat gotin ku  Helepçeyên nujen li Bakur, Başur, Rojava û Rojhilat tên pêkanîn û hat diyarkirin ku komkujî şerma mirovahiyê ne   ‘Kurd di hembêza Helebçê de Newerozê pîroz dikin’   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 32 sal bere niha di rojek weke îro de, li ber çavê hemû cîhanê bi bomberyên kîmyawî, li bajarê Helebçê komkujî hat kirin û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji her temenî 5.000 hezar Kurd bi deste Seddam Huserên û rejîma dest bi xwîn ya Beasê ve hatin qetilkirin. Gelê Kurd ji bo netewa xwe biparêze ditêkoşê, êşa bi dehan komkujiyan wekî hovîtiya Helebçeyê di kurahiya dilê xwe de jiya. Komkujiya Helebçeyê ku hat jiyîn coş û kelecana pîrozbahiya Newrozê nîvco kiriye. Ji roja ku ew komkujî pêk hat û heta roja îro Gelê Kurd Newerozê di hembêza Helebçeyê de pîroz dike."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin “Em wekî Baroya Amedê piştî bi 32 salên vê komkujiyê dibêjin ku me wekî Gelê Kurd  ev komkujî ji bîr nekiriye em ê ji bîr nekin û em vê komkujiyê şermezar dikin."