'Divê NY ji bo wargeha Mexmûrê tedbîran bigire' 2020-03-16 12:32:31   MEXMÛR - Jiyana li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku 9 mehin di bin ambargoyê de ye bi belavbûna vîrûsa korona li Iraq û başûrê Kurdistanê di bin xeteriyê de ye. Endama beşa dermanxanê Derya Demîr bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo wargehê tedbîran bigire.   Vîrusa Korona a ku di 12’ê kanûna 2019’an de li Çînê derket, belavî hemû cîhanê bû. Niha ev vîrûs derbazî Îraq û Herêma Kurdistanê jî bûye, tevî ku tedbîr hatine girtin jî lê di vî alî de metirsiyek mezin heye.   Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a ku li ser sînorê Îraq û Başûrê Kurdistanê cih digire, ev nêzî 9 mehane di bin ambargoyek girankiri de ye. Bi derketina vîrusê re jî jiyana welatiyên wargehê zehmetir kiriye. Li ser vê bingehê ji bo girtina tedbîran maseya krîzê li wargehê hat avakirin. Li ser tedbîrên xweparastina ji nexweşiya vîrusa korona, endama beşa dermanxanê Derya Demîr ji Rojnewsê re axivî.   Derya Demîr bi bîr xist ku vîrûsa korona li herêmên me yên herî nêzîk li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê jî hatiye dîtîn û got: “Ji ber ku rêyên hatin û çûyînê nîne, ger nexweşî li ser hinek kesan bê dîtin em nizanîn çawa û bi kîjan rêyan wan kesa bişînin ji derve. Heta niha tu şûpeyên nexweşiya korona li ser welatiyên wargehê ne hatine dîtin, lê ne diyare ku tiştek wisa çênabe. Em tedbîran digirin lê di aliyê derfetan de netêrkerin. Ji bo wê jî em bang li Neteweyên Yekbûyî, hûkûmeta Îraqê û hûkûmeta herêma Kurdistanê dikin ku di aliyê derfetên wek derman, cihên pêwîst yên ji bo tedawîkirinê û di aliyê cîhazên kontrol kirinê de ji bo me bibin arîkar.”