Li Kobanê li dijî Vîrûsa Korona tedbîr tên girtin 2020-03-16 12:32:16   KOBANÊ - Desteya Tenduristîyê bi alîkariya Rêveberiya Giştî ya Ekolojiyê ya herêma Firatê dest bi hemleya dermankirina saziyan a li dijî Vîrûsa Korona  kir.   Piştî belavbûna Vîrûsa Corona li tevahî cîhanê desteya Aborî ya herêma Firatê bi armanca parastina welatiyan dermanê li dijî vîrûsa Korona radestî desteya tendirustî ya herêma Firatê kir. Desteya tenduristî jî îro bi alîkariya Rêveberiya giştî ya herêma Firatê dest bi hemleya belavkirina dermanê li dijî Vîrûsa Corona li saziyên Kobanê kir.   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku wê li hemû saziyên Kobanê derman bê reşandin, ji ber vê yekê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji 16’ê Adarê heta 19’ê Adarê bi giştî sazî ketin betlaneyê.