Girtina îfadeya parêzeran dest pê kir 2020-03-16 11:53:09   RIHA - Li Rihayê, îfadegirtina bi dehan kesên ku parêzer jî di nava wan de hene hatibûn binçavkirin, dest pê kir.    Roja pênçşemê ya hefteya borî, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatibû destpêkirin de ji Baroya Rihayê 7, ji Baroya Amed 2 û ji Baroya Şirnexê jî parêzerekî di nav de bi dehan kes hatibûn binçavkirin. Parêzer jî di nav de îfadegirtina kesên hatibûn binçavkirin dest pê kir.    Hat ragihandin ku kesên ku duh ji bo 4 rojan dema binçavkirina wan hatiye dirêjkirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ya di sala 2018'an de hatine binçavkirin û di lêpirsînê de navê 103 kesan derbas dibe.   Tê diyarkirin ku sûcdariya dosya ku biryara nepeniyê li ser e "Têkilî danîna di navbera koordînasyona hundir û derve ya Komîteya Zîndanan a PKK/KCK'ê de" ye. Delîla bingehîn a sûcdariyê jî lênûska ku hevdîtina di navbera parêzer û 4 girtiyan de tê de hatiye qeydkirin e.    Hat diyarkirin ku ji parêzeran hevdîtina bi muwekîlên wan re hatiye pirsîn. Hat gotin ku parêzeran jî di parastinên xwe de diyar kirine ku bi muwekîlê re hevdîtinan kirine û weke aliyên parastinê yên darazê nikarin ji hevdîtinan bên sûcdarkirin.    Hat gotin ku piştî bi dawîbûna îfadegirtinê dê dema binçavkirinê cara duyemîn neyê dirêjkirin û ya roja çarşemê ya jî roja pênçşemê derkevin edliyeyê.